Li Girtîgeha Metrîsê şewat 2024-08-28 09:28:30 STENBOL - Şewata ku li Girtîgeha Metrîsê ya li Esenlerê bi şev derket hate vemirandin.    Li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1’emîn a Metrîsê ya li navçeya Esenler a Stenbolê duh bi şev şewat derket.    Hate diyarkirin girtiyên ku bertek nîşanî şertên nebaş ên girtîgehê dane nivîn şewitandine û di encama vê yekê de şewat derketiye. Gelek tîmên agirkujiyê yên sewqî girtîgehê hatin kirin, mudaxileyî şewatê kirin û şewat vemirandin.    Navenda Têkoşîna bi Dezanformasyonê ya Serokatiya Ragihandinê jî têklidarî mijarê li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal ev peyam parve kir: “Li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1’an a Metrîsê ya li navçeya Esenler a Stenbolê girtiyekî nivînên xwe şewitandine. Girtî ji şewatê bi bandor bûne.”