Der barê rojnamevan Kûrayê de îdianame: Nûçe û rojnamevanî sûc hatine hesibandin 2024-08-28 09:49:55   STENBOL - Îdianameya der barê rojnameger Zeynep Kûray de ku bi îdiaya "porpagandaya rêxistinê" hat amadekirin, ji aliyê dadgehê ve hat qebûlkirin. Di îdianameyê de parvekirinên Kûrayê û xebatên wê yên rojnamevaniyê wekî sûc hatine hesibandin.    Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê bi îdiaya parvekirinên li ser medyaya sanal der barê rojnamevan Zeynep Kûrayê de îdianame amade kir. Îdianame bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" hatiye amadekirin. Di îdianameyê de parvekirinên Kûrayê yên li ser facebook û X'ê di îdianameyê de cih digirin.    Wêneyên Kûrayê yên bi YPG û YPJ'yiyan re ku di Sibata 2014'an de di çaçroveya xebatên rojnamevaniyê de çûbû Kobanê û kişandibûn, di îdianameyê de wekî "delîl" hatine nîşandan. Her wiha di îdianameyê de daxuyaniyeke YPG'ê jî wekî delîl cih girtiye û parvekirinên wê yên der barê Ûlaş Bayraktaroglû û Îbrahîm Kaypakkaya yên sala 2017'an jî wekî "pesinandina rêveberên rêxistinê" hatine hesibandin.    Kûrayê diyar kir ku çûna wê ya Kobanê di çarçoveya xebatên rojnamevaniyê de bûye û got: "Ez ji bo nûçeyan li wir bûm. Di vegerê de leşkeran pir tahde li me kir. Min di hevpeyvînê de vê yekê got. Min wêne jî li wir kişandin. Yên din nûçe ne. Her wiha di dosyeyê de hin retweet jî hene, ew jî yên nûçeyên min in.    Îdianameya hat amadekirin ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 26'an a Stenblê ve hat qebûlkirin. Danişîna ewil wê di 2'yê kanûnê de bê lidarxistin.