Ji mitîngê re bang: Divê li Wanê dengê aştiyê bilind bibe 2024-08-28 13:18:59   WAN - Hevserokên DEM Partiyê yên Bajêr û komîteya amadekar a li Wanê banga tevlibûna mitînga bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bê lidarxistin kir, wiha got: “Ev mitîng, mitînga ‘ji tecrîd û şer re na’ ye. Ji bo dengê aştiyê bilind bikin em herkesê vedixwînin mitîngê.”   Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Wanê, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê û Tevgera Jinên Azad (TJA) têkildarî mitînga ku dê bi dirûşmeya “Li dijî şer û dagirkeriyê aştiyê li dijî tecrîdê azadiyê biqîrin” bê lidarxistin li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Wanê daxuyanî da. Hevşaredarên Bajarê Mezin û hevşaredarên navçeyan, parlamenterên DEM Partiyê, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek kes beşdar bûn.    ‘MITÎNGA JI TECRÎD Û ŞER RE NA’    Hevserokê DEM Partiyê yê Bajêr Veysî Dîlekçî yê di civîna çapemeniyê de ewilî axivî, diyar kir ku di serdemek ku li gelemperiya Tirkiyeyê û cîhanê şer hene de dê mitînga aştiyê li dar bixin û wiha got: “Hem li welat hem jî li cîhanê pêvajoyên nû diqewimin. Em ê di 1’ê Îlonê de mitîngên herêmî li dar bixin. Ev mitîng mitînga ‘ji tecrîd û şer re na’ ye.”   Hevseroka DEM Partiyê ya Bajêr Gulşen Kûrt jî diyar kir ku bi salan e ji bo aştiyê têdikoşin û wiha got: “Em dizanin ku şer dibe sedema mirin, şer, koçberî, xizanî, tundî û krîza çandiniyê. Em li her qadê dibêjin ku em alîgirên aştiyê ne. Di vî warî de ji bo li Wanê dengê xwe bilind bikin herkesê vedixwînin mitîngê.”   Rojbîn Bor a li ser navê Komîteya Amadekar axivÎ jî bal kişand ser geşedanên li gelemperiya cîhanê diqewimin û wiha got: “Me dixwest em di hawîrdoreke aştiyê de bikevin 1’ê Îlonê lê li gelemperiyê welat û cîhanê nikare behsa aştiyê bikin.”   Piştî axaftinan civîn bi dawî bû.    BERNAMEYA MITÎNGÊ   Mitîng dê di 1’ê Îlonê roja yekşemê saet 17.00’an de li Parka Mûsa Anter bê lidarxistin. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan, Hevserokê Giştî yê Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Ahmet Karagoz û hunermend Kasim Taşdogan dê beşdar bin.