Dewleta tirk li Bendava Dêrelukê tank bicihkirin 2024-08-28 15:01:44   NAVENDA NÛÇEYAN - Hate ragihandin ku dewleta tirk tankên xwe li Bendava Dêrelukê ya ku di bin kontrola PDK’ê de ye bi cih kirine.   Li gorî nûçeya Rojnewsê, di şeva 27-28’ê tebaxê de, saet di navbera 01:00-02:00 de dewleta tirk 2 tankên li TIR’an siwar kiribû ji Deriyê Sînor ê Serzerê derbas kir ku di bin kontrola PDK’ê de ye.   Li gorî agahiyan, tank ji rêya asfaltê di nava bajarê Amediyê re hatin derbaskirin û li Bendava Dêrelukê hatin bicihkirin. Bendava Dêrelukê li ser Ava Zê ye, di navbera girên Bahar û Kurojahro de ye û li navenda rojhilat û rojavayê Zapê ye.   Hate ragihandin ku tankên bi hevkariya PDK’ê derbasî herêmê hatin kirin, wê ji cihê Bendava Dêrelukê li qada Geliyê Reşova bêne bicihkirin û li dijî tunel-çeperên gerîla bêne bikaranîn.   PDK'ê par li Bendava Dêrelukê bi cih bûbû û li jora wê jî leşkerên tirk hatibûn bicihkirin.