‘Ev 4 hezar û 627 roj in em li edaletê digerin’ 2024-08-28 15:40:00   ENQERE - Hewldana ji bo Roboskiyê Edalet di 152’yemîn meha komkujiyê de wiha got: “Em ê ji bo hemû kesên di Komkujiya Roboskiyê û komkujiyên din de jiyana xwe ji dest dane, edaletê bikin.”    Hewldana ji bo Roboskiyê Edalet di 152’yemîn meha qetilkirina 19’ê wan zarok 34 kesên di 28’ê kanûna 2011’an de di encama bombebarana belefirên şer jiyana xwe ji dest dane, li pêşiya şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD)  a Enqereyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Bila kujer werin dîtin, Roboskî êdî tu car” hate vekirin.    ‘EM BI DESTÊ RÊVEBERAN BÊHIQIQIYÊ DIJÎN’   Endamê ÎHD’ê Tanju Gunduzalp destnîşan kir ku ew 13 sal in ji bo Roboskiyê têkoşîna edaletê didin meşandin wiha axivî: “Ev 657 hefte ne bi destê pergelê bêcezahiştin didome û ev 4 hezar û 627 roj in em bi hev re li edaletê digerin. Ji bûyera Roboskiya 19’ê wan zarok 34 welatiyên me yên sivîl hatine qetilkirin ber bi îro ve bi hevkariya rêveber, Meclis, daraz, AYM û AÎHM’ê bêedaletî, bêhiqûqî û bêcezahiştin tê domandin. Em dibêjin hiqûq li ku derê ye? Bi şer, bi kuştinê, bi birçî hiştinê civak nayê birêvebirin. Ev rewş bêsiyasetî ye.”    ‘EM Ê DAXWAZA EDALETÊ BIDOMÎNIN’   Gunduzalp diyar kir ku ew li dijî helwesta derveyî mirovahiyê tê nîşandan, daxwaza hiqûqê bidomînin û ev tişt gotin: “Roboskî di dersa dewletê de komkujî ye. Em dizanin ku em ê bi avakirina pergalekî wekhev, ji mafên mirovan re rêzdar û armanca aştiyê dike, bêedaletiya di komkujiyê de hatiye kirin û bêcehiştinê bi dawî bikin. Bila neyê jibîrkirin ku li vê erdnîgariyê welatiyên dijîn, wek hejmarek tên destgirtin. Êdî cîhan û erdnîgariya me ji plansaziyên aborî, ji ber polîtîkayên şer parvekirina çavkaniyan para xwe digire. Tevî Roboskiyê em ê ji bo hemû kesên di komkujiyan de jiyana xwe ji dest dane, daxwaza edaletê bikin.”