Li Silopiyayê deklerasyona 1'ê Îlonê: Em dengê aştiyê bilind bikin 2024-08-28 17:24:28   ŞIRNEX - Rêxistina DEM Partiya Şirnexê li navçeya Silopiyayê deklerasyona bernameya 1'ê Îlonê aşkera kir û bang li gel kirin ku dengê aştiyê bilind bikin.    Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) a Şirnexê, li avahiya DEM Partî ya navçeya Silopiyayê deklerasyona bernameya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cihanê ku bi dirûşmeya, “Em li dijî şer aştiyê; li dijî tecrîde azadiyê bilind bikin” dê li navçeya Silopiyayê şahî û çalakiya meşê were li darxistin aşkera kir. Rêxistinên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên Şirnex û navçeyên wê, Meclîsa Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA), nûnerên saziyên giredayî Platforma Kêd û Azadiyê ya Şirnexê, parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn.    Di destpêke de parlamenterê DEM Partî yê Şirnexê Mehmet Zeki Îrmez axivî û bi lêv kir ku herî zêde pêwîstiya gelên Rojhilata Navîn bi aştiyê heye û wiha got: “Êrîşên Îsraîlê yên li dijî Filistînê berdewam dikin. Bi heman awayî li Kurdistanê şerekî ku bi salan e dewam dike heye. Em dibêjin şerê gelan êdî bes e, pêwîstiya me bi aştiyê heye. Desthilata AKP-MHP bi şer desthilatdariya we didomîne. Sedena krîza aborî û civakî jî polîtikayên şer ên desthilatan in. Em weke gelê kurd, aştiyê dixwazin. Em li vir bang li desthilata AKP û MHP dikin ku deriyên Îmraliyê vekin û bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinan pêk bînin. Mifteya aştiyê li wir e. Heta ku aştî pêk were em ê têkoşîna xwe bidomînin. Banga me li taybet ji gelê me yê Botanê ew ê ku heta 1'ê Îlonê li hemû tax û kolanan dengê aştiyê bilind bikin. Bila di 1'ê Îlonê werin taxa Kizîrê û em li wir bi hev re dengê aştiyê bilind bikin."   ‘JI BO AŞTIYÊ DIVÊ TECRÎD BÊ RAKIRIN’   Metna deklerasyonê ji aliyê hevserokê DEM Partî yê Şirnexê Abdullah Gunegen ve hat xwendin. Gungen bi lêv kir ku desthilata AKP'ê û MHP'ê bi polîtikayên şer ê li dijî kurdan, desthilatdariya xwe didomînin û wiha got: “Di vê çarçoveyê de, di çar salên dawî de li dijî Rêberê Gelan Rêzdar Ocalan ê ku bi Paradigmaya Demokratîk li dijberî qeyranên Modernîteya Kapîtalîst riyên çareserî û rizgariya gelan derdixe pêş, tecrîdê girantir dike. Bi girankirina tecrîdê, li ser erdnîgarî û gelên Tirkiyê xizantî û talan jî kûrtir dibe. Bêguman çareseriya pirsgirêka kurd bi aştiyeke bi rûmet ve girêdayî ye. Ji bo aştiya civakî bê misogerkirin, divê pêşî li dijî şer bên cem hev. Xala rojevê ya herî girîng şikandina tecrîdê û hevdîtina bi birêz Abdullah Ocalan re ye. Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd, divê li ser esasa, demokratîk muzakere bên kirin û tecrîd bê rakirin.”   ‘LI DIJÎ FAŞÎZMÊ BANGA RÊXISTINBÛNÊ’   Gungen tekildarî bernameya 1'ê Îlonê ku dê li navçeya Silopiyayê were lidarxistin ev bang li gel kir: “Ji ber vê yekê ji îro pê ve heta 1’ê Îlonê em parêzgeh, navçe, bajarok, tax û kolan bi taybetî gelê Botanê vedixwînin qadên berxwedanê. Em ê dijî faşîzmê xwe bi rêxistin bikin, çalakiyan li dar bixin. Em ji bîr nekin ku faşîzm ji hêza gel a rêxistinkirî ditirse. Werin em bi hev re, tirsa faşizme mezintir bikin.”   Piştî deklerasyonê girsê li sûka navçeyê, dirûşmeya, “Bijî aştî” berz kir û gel vexwend bernameya 1'ê Îlonê.