Wê cenazeyê Gulistan Tarayê bînin Êlihê 2024-08-28 20:22:31 NAVENDA NÛÇEYAN - Bi dirûşemeya "Êrişên terorê û xiyanet nikare dengê rastiyê qut bike" wê sibe bi merasîmekê cenazeyê Gulistan Tara ber bi Êlihê ve bê birêkirin.   Bernameya merasîma cenazeyê rojnamevan Gulistan Tara ku di 23’yê Tebaxê de li navçeya Seyîdsadiq ya Silêmaniyê di encama êrişa Tirkiyeyê de bi hempîşeya xwe rojnamevan Hêro Behadîn re hat qetilkirin, diyar bû.   Li gorî nûçeya Rojnewsê piştî karûbarên fermî yên cenazeyê rojnameger Gulistan Tara temam bûne û wê bi merasîmek bi heybet ber bi Êlihê ve bê oxirkirin.   Ji bo Gulistan Tara sibê saet di 09:00’an li Parka Azadî ya Silêmaniyê bi dirûşmeya ‘Êrişên terorê û xiyanet nikare dengê rastiyê qut bike’ wê merasîmek ya cenaze were lidarxistin.   Di merasîma cenazeyê ku tê payîn bi sedan kes beşdar bibin de, wê piştî dayîna daxuyaniyan bi endamên malbata wê, şandeyên DEM Partî û HDP’ê re ber bi bajarê Êlihê yê Bakurê Kurdistanê ve bê oxirkirin.