Tirkiyeyê di meha tebaxê de 13 gundên Minbicê bombebaran kir 2024-08-29 08:46:40 NAVENDA NÛÇEYAN - Tirkiye û hêzên paramîlîter ên girêdayî wê di meha tebaxê de 13 gundên kantona Minbicê bi zêdetirî 230 guleyên hawnan û 3 fuzeyan hedef girt, zirara madî da mal û milkên welatiyan. Êrişên Tirkiyeyê yên li dijî deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bênavber berdewam dikin. Li gorî daneyên nûçeya ANHA'yê; Tirkiye û hêzên paramîlîter ên girêdayî wê di nava meha tebaxê de êrişên xwe yên li ser gundên kantona Minbicê zêde kirine.    Nav û dîrokên gundên êriş li wan hatine kirin wiha ne:   “1´ê tebaxê gundê Til Torîn bi 5 guleyên hawanan hat hedefgirtin.   7´ê tebaxê gundên Kawiklî, Seyade, Dendeniyê, Um Cilod, Toxar, Cat û Ewn Dadat bi 52 guleyên obus, hawan û doçkaya 14,5’ê hedef hatin girtin.   8´ê tebaxê gundê Ereb Hesen bi balafira bêmirov hat bombebarankirin. Her wiha gundê Korhiyok bi 9 guleyên hawnan û obusan hate bombebarankirin. Hêzên Cebhet El Ekrad droneke dagirkeriyê li gundê Qirtwêran xist xwarê.   9´ê tebaxê bi 5 guleyên hawan û obusan hedef girt. Di heman dîrokê de Hêzên Cebhet El Ekrad droneke dagirkeriyê li gundê Bowêhic xist xwarê. Meclisa Leşkerî ya Babê 2 dronên xwekuj li gundê Til Torîn xistin xwarê.   10´ê tebaxê gundên Cat û Ewn Dadat bi 33 guleyên hawnan û obusan, gundê Seyade bi 12 guleyên obusan û gundê Korhiyok bi 10 guleyên obusan hatin bombebarankirin.   12´ê tebaxê gundê Muhsinlî bi 3 fuzeyan û 7 guleyên obusan hat bombebarankirin.   14´ê tebaxê gundê Toxar bi 12 topan, gundê Hoşeriyê bi 3 topan, Ewn Dadat bi 9 topan, Cat bi 15 topan û Dendeniyê bi 10 topan, Seyade bi 15 topan, Kawiklî bi 14 topan, Korhiyok bi 15 topan û Qirtwêran bi 8 topan hatin bombebarankirin.   21´ê tebaxê Tirkiye û hêzên paramîlîter ên girêdayî wê hewl dan ku bikevin gundê Muhsinliyê. Lê Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê bersiva wan da. Dûre balafireke bêmirov gundê Muhsinlî bombebaran kirin û di encamê de zirara madî çêbû.”