ROJEVA 29'Ê TEBAXA 2024'AN 2024-08-29 09:00:10   * Ji Dayikên Şemiyê Hanim Tosûnê diyar kir ku ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê pêkanîna edaleta di warê windayan de girîng e û got ku ew ê dest ji lêgerîna xwe ya li windayan bernedin.    * Parêzerê OHD'î Zekî Bînbîr diyar kir ku hê jî Wezareta Dadê bersiva serlêdana hezar û 300 parêzeran a ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re nedaye û got ku divê her kes li dijî vê bêhiqûqîtiyê deng derxe.    * Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn ê ji bo meşa 1’ê Îlonê ya li Amedê bê lidarxistin banga tevlibûnê kir, anî ziman ku ji bo aştî û çareseriyê divê tecrîd bê rakirin.    * Mehmet Emîn Çam tevî ku rewşa tenduristiya wî xedar e jî girtî ye û nayê berdan. Keça wî li gel wî hevdîtin kir û da zanîn ku dermanên bavê wê nadinê û jiyana wî di bin metirsiyê de ye.    * Ji karkerên ku li Balikesîrê tevî polîs û notirvanan nijadperetasn êrişî wan kiribûn Ozgur Îpek got: "Li wir mesele ne îxbar bû, kurdbûna me bû. Em ê vê zilmê qebûl nekin."    * Esnafê Bazara Rûs a Îdirê diyar kir ku ji ber krîza aboriyê hatine asta ku nikarin sîftehê bikin.    * Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir dê beşdarî kongreya partiya xwe ya bajarê Mûşê bibe. (11.00)   * Platforma Tenduristiyê ya Amedê bi daxwaza eşkerekirina rapora erdhejê ya avahiyên nexweşxaneyên li Amedê dê li ber Nexweşxaneya Zarokan a Amedê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (12.30)   * Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a li ber Meclisê berdewam bike. (13.00-17.00)   * 3'yemîn Festîvala Xweza Bawerî û Çandê ya Gimgimê dê di roja sêyemîn de bi konsera hunermendan berdewam bike. (17.00)   * Çalakiya nobeda li dijî tayînkirina qeyûmê ser Şaredariya Colemêrgê ya li Stenbolê dê berdewam bike. (20.00-22.00)