Esnaf nikarin sîftehê bikin: Em heta êvarî vala vala rûdinin 2024-08-29 09:00:19   ÎDIR - Esnafê Bazara Rûs a Îdirê diyar kir ku ji ber krîza aboriyê hatine asta ku nikarin sîftehê bikin.    Li bajarê Îdirê ku li ser sînorê Îran, Ermenistan û Nahçivanê ye, esnafên Bazara Rûs ku yek ji navendên girîng ê bazirganiyê ye, ji ber krîza aboriyê di rojên zehmet de derbas dibin. Esnafên ku hatine rewşeke nikarin sîftehê bikin, anîn ziman ku heke çareyek neyê dîtin dê dikanên xwe bigirin.    Ahmet Keser ê li bazarê dikana wî ya zucaciyeyê heye, diyar kir ku 50 sal in esnaftiyê dike û anî ziman ku ji ber krîza van salên dawî hatiye asta ku nikare tiştekê bifiroşe. Keser, wiha domand: “Dema me tiştek firot em dibêjin ‘me 5 lîre qezenc kir’ lê dema heman eşya me sibê girt em 5-10 lîre deynin ser û dikarin bigirin. Berê dema tiştek 6 mehan di destê me de dima biha nedihate guhertin, di vê serdemê de jî biha di nava 5 û 10 rojan de tê guhertin. Sibê min saet di 07.00’an de dikan vekir lê hêj sîfteh nekiriye. Dema muşterî bihayê tiştekê dipirse, rojeke din tê dibîne ku bihayê wî zêde bûye. Bi awayekî mafdar bertekê nîşan dide. Di nava hefteyekê de 3 caran zem dibe? Sala par bihayê tîma mobîlyayekê 150 hezar lîre bû îsal tîma mobîlya bûye 400 hezar lîre. Vê rewşê gel jî dikandar jî perîşan kir. Çareserî guhertina polîtîka û daxistina faîzê û daxistina enflasyona bilind e.”   ‘DAHAT Û LÊÇÛN JI HEV NAGIRIN’    Yek ji esnafê bazarê Fazil Sagmiş, diyar kir ku kirêya dikanê weke salane daye û got: “Bi salane 50 hezar lîre kirê didim. Ji ber kar nîne, zehmertiyê dikişînim ku kirêyan bidim. Em heta êvarî vala vala rûdinin. Em cilekî 200 lîreyan difiroşin lê heman cilî 320 lîreyan dikirin. An ku hema bêje her hefte biha tên guhertin û şûna tiştê em difiroşin nikarin heman tiştî bikirin. Êdî dahat û lêçûn ji hev nagirin. Sala par bi bihayê 200 hezar lîreyan min cil kirîn. Ev cil firotin. Heke şûna tiştên ku min firotine bixwazim tiştekî bikirim nikarim. Kesên dibêjin ‘li welat krîz nîne’ derewan dikin. Sala par min di rojekê de dikarî 20 cilan bifiroşim. Îsal dikarim 5 cilan bifiroşim.”   Sagmiş, anî ziman ku nikarin tiştan bifiroiin û li gorî sala par lêçûnên wan zêde bûne û wiha berdewam kir: “Niha lêçûna me ya rojane 400 lîre ye. Salên beriya niha bi hesabeke hêsan me 3 hezar lîre bac dida. Niha jî em bi mehane hezar û 500 lîreyan bacê didin. Her wiha bi lêçûna muhasebeye ve nêzî 20 hezar lîre bacê didin. Ji ber bêkariyê nikarim sîgorteyê razînim. Yekane çareserî guherîne kesê li jor e. Heta ku neyê guhertin çareserî nabe.”   ‘HER SALA BORÎ LI SALA DIN DIGERIN’    Esnafek din Mehmet Alagoz jî anî ziman ku di 5-6 salên dawî de ji aliyê aboriyê ve rojên bi pirsgirêk derbas dikin û wiha got: “Em tên rewşeke wiha ku her sala borî li sala din digerin.”   Bulent Altûn jî bi lêv kir ku lîreyê tirkî her tim nirxê xwe winda dike ev tişt gotin: “Dema salên beriya niha me bi bihayê hezar lîre tişt dikirîn, me dikarî hin eşyayên nû depo bikin. Îsal jî dema 10 hezar lîre tiştan bifiroşî tiştek namîne. Me sala par pîcemayek bi 30 lîreyî kirî û 50 lîreyî firot. Îsal jî di navbera 50 û 55 lîreyî dikirin û 70 lîreyî difiroşin. Rewş gelek xerabe ye.”   ‘HEZKIRIYÊN KOLTUXAN ANÎN VÊ ASTÊ’    Ozcan Înan ê li Bazara Rûs 24 sal in karê kûlîlkvaniyê dike jî berteka xwe wiha nîşan da: “Sala par kirêya salane dora 21 hezar lîre bû. Niha jî di navbera 50 hezar û 70 hezaran de tê guhertin. Dema tu bi sala par re didî ber hev kar heman e û kire gelekî bilind e. Kar tune ye, dema tu dikanê vedikî heqê av, ceyran, sîgorte, bac û xwarinê rojane 2 hezar û 500 lîre diçin. Li dijî vê lêçûnê li gorî sala par kar nîne. Her sala diçe xerabtir dibe. Hezkirina koltûxan a kesên me bi rê ve dîbîn anî vê astê û wîsa xuya dîke ku bî hêsanî jî bernadin.”