Li girtîgehê her kêlî ji bo Emîn Çam xetere ye! 2024-08-29 09:01:12   SÊRT - Mehmet Emîn Çam tevî ku rewşa tenduristiya wî xedar e jî girtî ye û nayê berdan. Keça wî li gel wî hevdîtin kir û da zanîn ku dermanên bavê wê nadinê û jiyana wî di bin metirsiyê de ye.    Mehmet Emîn Çam li Girtîgeha Tîpa T a Qubîna Êlihê girtî ye. Hat zanîn ku dermanên Çam nadinê û ji ber ku nexweş e jiyana wî di xetereyê de ye. Hatiye tespîtkirin ku ûr di serê Emîn Çam de ye û ji ber vê yekê divê heta hetayê dermanan bikar bîne. Di heman demê de ew ji gurcika xwe jî nexweş e û du caran ji gurcîka xwe emeliyat bûye. Tevî emeliyatan jî li ser gurcika wî girik çêdibin. Her wiha Emîn Çam ji ber katarakta çavê xwe jî emeliyat bûye û çavê wî diêşin. Guhê wî yê rastê nabihîze û ji ber aliyê wî yê çepê felc bûye bi zehmetî dimeşe.    ‘HER KÊLÎ JI BO BAVÊ MIN METIRSÎDAR E’    Keça girtiyê nexweş Şîmel Çam ku li gel bavê xwe hevdîtina girtî pêk anî diyar kir ku bavê wê terkî mirinê hatiye kirin û wiha got: “Rewşa girtiyê nexweş her roja ku diçe xerabtir dibe. Ya ku li girtiyên nexweş tê kirin îşkence ye. Dema ez çûm hevdîtinê, min ferq kir ku rewşa bavê min çiqas xerab e. Bavê min ê ku nexweşiya wî giran e, diyar kir ku dermanên ku diviyabû bikar bianiya lê nedan wî. Bavê min herî dawî krîza dil derbas kir û anjiyo bûbû, ji ber ûrê di mejiyê xwe de, divê dermanên dil û dermanên ronkirina xwînê bixwe. Ji bo van dermanên jiyanî her ku diçe nexweşxanê dibêje 'derman tune' û wî dişînin qawîşê. Heke dermanên xwe bikar neyîne metirsiya ku jiyana xwe ji dest bide jî heye. Her kêlî bavê min nexweştir dibe. Divê tavilê dermanê wî bidinê.”    ‘TERKÎ MIRINÊ TÊN KIRIN’    Çam da zanîn ku girtiyên siyasî tevî ku li ber mirinê ne jî Saziya Tiba Edlî û nexweşxane girtiyan terkî mirinê dikin û got: “Mafyavan, firoşkarên tiryakê, kujerên jinan û dizek tên berdan lê girtiyên me nayên berdan. Serlêdan hemû bêbersiv dimînin. Nexweşxaneya Dewletê ya Batmanê rapora ‘dikare di hepsê de bimîne’ da bavê min. Ragirtina girtiyên nexweş a di girtîgehan de bi serê xwe bêhiqûqiyek mezin e. ATK û nexweşxane jî dikin ku ev bêhiqûqî zêdetir bibe. Li dijî girtiyan sûcê li dijî mirovahiyê tê kirin.”