Karkerê ku nijadperestan êrişî wî kir: Em ê vê zilmê qebûl nekin 2024-08-29 09:24:08   AMED - Ji karkerên ku li Balikesîrê tevî polîs û notirvanan nijadperest êrişî wan kiribûn Ozgur Îpek got: "Li wir mesele ne îxbar bû, kurdbûna me bû. Em ê vê zilmê qebûl nekin."    Ozgur Îpek, Mehmet Argîn û Cemal Guzel ên li Balikesîrê li ser înşaetê dixebitîn, êvara 21'ê tebaxê saet li dor 12'ê şevê dema li Parka Ataturk a li Taxa Altieylûl li muzîka kurdî guhdar dikirin ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. Karkeran diyar kirine ku ew li muzîkê guhdarî dikin û nasnameyên xwe nedane polîsan. Polîsan jî bi hinceta "der barê we de îxbar heye" nasname xwestine. Li ser vê yekê polîs, cerdevan û xwediyê lûnaparkê giliyê 3 karkeran kirin. 3 karkerên ku karên wan li midûriyeta polîsan bi dawî bûn, sewqî Edliyeya Balikesîrê hatin kirin. Karkerên ku îfadeyên wan ji aliyê dozgeriyê ve hatin girtin bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" û "rabûna li hemberî polîsan" bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.   Ji karkeran Cemal Guzel ku sewqî Dadgeha Cezayê Sulhê hat kirin hat girtin û Îpek û Argîn jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.   Karkerê kurd Ozgur Îpek ku êrişî wî hatibû kirin, behsa êrişên nijadperest û tiştên piştî êrişan qewimîn kir.    Îpek diyar kir ku beriya mehekê ji Amedê ji bo xebatê çûne Balikesîrê û got ku gava ew ji înşeata lê xebitîne derketine, ji bo bêhnvedanê çûne parkê û ki wir muzîk guhdar kirine. Îpek bilêv kir ku ji wan re hatiye gotin ku "mirov nerihet dibin" û got ku dengê muzîka Lûnaparkê zêdetir bûye. Îpek diyar kir ku wan jî gotiye "qey hûn ji muzîka kurdî aciz dibin" û wiha pê de çû: "Em ji parkê ber bi şantiyeya kulê diman meşiyan. Jixwe mesafe 10 deqîqe bû. Ji nişka ve notirvan derketin pêşiya me. Gotin 'der barê we de îxbar heye' û nasnameya me xwestin. Hê nasname ji me nepirsîbû xwediyê Lûnaparkê hat. Got, 'Ev der Tirkiye ye, divê hûn bi tirkî biaxivin. kurd tune ne' û bi ser me de meşiya. Dîtina me dît dora me tije polîs, notirvan û nijadperest in. Li wir ji paş de destê me kelemçe kirin. Paşê dest bi îşkenceyê kirin."    GEFA KUŞTINÊ LÊ XWARINE   Îpek anî ziman ku ji ber tundiyeke dijwar wê kêliyê fikirî ne ku wê bên kuştin û got ku notirvan jî ji wan re gotiye "ez ê bikim yek derbe" û yên xwestin pêşî li vê bigirin jî hatine binçavkirin.    Îpek da zanîn ku piştî hatine binçavkirin wan birine nexweşxaneyê û li wir peywirdarê ewlehiyê nîşana "gurgeboz" kiriye û bi ser wan de hatiye û gotiye "Ev der Tirkiye ye, hûn ê serî bitewînin." Îpek da zanîn ku gava li wesayîta binçavkirinê hatine siwarkirin jî êrişên koma nijadperest dewam kirine, lê kesî alîkariya wan nekiriye. Îpek got: "Ndihiştin em haya malbatên xw ejî pê bixin. Cihê em lê bûn gelek kamereyên ewlehiyê lê hene. Ger me tiştek gotibe bila li kamereyan mêze bikin. Me çi gotibe hemû tespîtkirî ne."    'SERÊ EM DANÎN ERDÊ Û BI PEHÎNAN LÊ XISTIN'   Îpek ku doza edaletê kir diyar kir ku hevalên wî li bajarê nijadperest dimînin û jiyana wan di xetereyê de ye. Îpek bilêv kir ku hevalên wî hatine girtin û got ku tê îdiakirin ku wan dirûşmeye berz kirine û gotine "Ev der Kurdistan e", lê belê ev ne rast e.    Îpek anî ziman ku sedema bingehîn a êrişa li ser wan kurdbûna wan e û got: "Ji bo kiryarên xwe rewa bikin îdia kirin ku me 'heqaret li Serokkomar kiriye.'  Dibêjin 'li hemberî polîsan berxwedan', lê nehiştin em biaxivin. Serê me danîn erdê û bi pehînan li me xistin. Dema li me dixistin, ji her kesî dipirsîn ku ji ku derê ne. 3 kesên ku hatin me ji nava destên wan derxin jî binçav kirin. Em wan nas nakin. Dema em hatin binçavkirin ji me pirsîn ku ka em wan nas dikin yan na."    'EM ZILMÊ QEBÛL NAKIN'   Îpek anî ziman ku hevalên êrişê wan hatine kirin li Girtîgeha Balikesîrê girtî ne û ji ber vê yekê jiyana wan di xetereyê de ye û got: "Hevalên me li bajarê ku êriş li wan hat kiringirtî ne. Gava li me xistin tiliya notirvanekî şikiya. Ji me re gotin ku we tiliya wî şikandiye. Di wê rewşê de me nikarîbû dengê xwe bilind bike. Em ê çaw aşer bikin. Gava li me xistin 10-15 kes hatin, lê hin hevalên me dibêjin 40-50 kes bûne."   Îpek diyar kir ku dê serî li Komeleya Mafên Mirovan bidin û got: "Mafê me çi be em ê doza wî bikin. Em vê zilma ku li me tê kirin qebûl nakin."