‘Em ê dest ji windayên xwe bernedin’ 2024-08-29 09:55:17   STENBOL- Ji Dayikên Şemiyê Hanim Tosûnê diyar kir ku ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê pêkanîna edaleta di warê windayan de girîng e û got ku ew ê dest ji lêgerîna xwe ya li windayan bernedin.    Piştî îlankirina “Danezana Parastina Hemû Kesên Bi Darê Zorê Tên Windakirin”, bi 24 salan “Peymana Navneteweyî ya Derbarê Parastina Hemû Kesên Berê bi Darê Zorê Bên Windakirin de” di 20'ê kanûna 2006'an de ji aliyê Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ve hat qebûlkirin. Paşê 30'yê Tebaxê ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve di sala 2011'an de wekî" Roja Navneteweyî ya Kesên bi Darê Zorê Hatine Windakirin" hat îlankirin. Di her 30'yê Tebaxê de xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan bi çalakiyên xwe ji bo hînkirina aqbûbeta windayan û cezakirian kiryaran daxwazên xwe dubare dikin.    Wekî gelek welatan li Tirkiyeyê jî desthilatan ji bo tepisandina muxalefeta li dijî pêkanînên xwe yê antî-demokratîk serî li “polîtîkaya windakirian bi darê zorê” dan.    Li Tirkiyeyê windakirinên bi darê zorê piştî darbeya 1980'yî û bi herî zêde jî di salên 90'î de pêk hatin.   Li Tirkiye û Kurdistanê Dayikên Şemiyê ji sala 1995'an ve li Qada Galatasarayê çalakiyan li dar dixin û li aqûbeta windayên xwe dipirsin û doza dîtina kiryaran û cezakirina wan dikin.  Hevjîna Fehmî Tosun ê ku di sala 1995'an de li Avcilarê ji aliyê kesên di destê wan de bêtêl û çek hebûn hat revandin, Hanim Tosûn bi salan e li Qada Galatasarayê têdikoşe.   Tosûnê anî ziman ku li seranserê welêt bi hezaran kesên di binçavan de hatine windakirin heye û kiryarên wan diyar in û wiha got: “Kesên ku bûne qurbaniyên kiryar nediyariyê, piştî binçavkirin û îşkenceyê li nîvê kolanê hatine gulebarankirin an jî wan avêtine qeraxa rêyekê. Dema em digihîjin wan û wan defin dikin, em dizanin ku qet nebe êdî kêlikek wan heye. Lê dema ew winda be, ne mimkûn e ku mirov careke din dengê wan bibihîse û xeberekê ji wan bistîne; ev tiştekî pir dijwar e.”   ‘ME BEDÊL DAN’   Tosûnê bal kişand ser zehmetiya li benda agahiya ji windayan kir û wiha domand: “Ji ber vê yekê canê hezkiriyê tu li bendê yî li holê nîne. Tu nizanî çi hatiye serê wan. Ji ber vê yekê hûn dizanin ku ew hatiye binçavkirin û hûn careke din agahiyekê jê nastînin. Hûn heya demekê li benda tiştekî ne. Tu disekinî, lê piştî wexteê hêviya te dişikê. Lê divê mirov bitêkoşe. 30’yê Tebaxê jî yek ji wan rojan e. Wekî Dayikên Şemiyê, me ji bo windayên xwe li Qada Galatasarayê bedêlên mezin dan. Têkoşîna Dayikên Şemiyê li hemû cîhanê têkoşîneke navneteweyî ye.”   ‘EM Ê DEST JI LÊGERÎNÊ BERNEDIN'   Tosûnê anî ziman ku ji bo ku demokrasî were Tirkiyeyê divê ji bo windakirinan û windayên kiryar nediyar edalet pêk bê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji wan kesên li goristana bêkesan radizên kesek jî ne bêxwedî ye. Hemû zarokên dê û bavekî ne, malbatên wan hene. Em wan ji bîr nakin, em ê wan ji bîr nekin. Divê dewlet demildest wan hejmarên di arşîvan de ji me re eşkere bike û hestiyên windayên me nîşanî me bide. Di 30’yê Tebaxê de em hemû windahiyên xwe bi rêz, hezkirin û minetdarî bi bîr tînin. Hûn li ku derê razên jî, em ê dest ji lêgerîna li we bernedin.”    MA / Yeşîm Tukel