Danişîna doza Werîşe Muradî cara duyemîn hat taloqkirin 2024-08-29 10:22:16   NAVENDA NÛÇEYAN - Danişîna doza çalakvana kurd Werîşe Muradî ya ji aliyê hêzên Îranê ve hatiye girtin, bi hinceta ne amadebûna nûnerê dozger û şêwirmendê dadgehê cara duyem hate taloqkirin.   Tevna Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku divê duh danişîna doza çalakvana kurd Werîşe Muradî bihata lidarxistin, lê dîsa ji ber ne amadebûna nûnerê dozger û şêwirmendê dadgehê Dadwer Amûzade, cara duyemîn ji bo demek nediyar hat taloqkirin.   Ev cara duyem e ku rûniştina doza çalakvana siyasî ya kurt tê taloqkirin.   Hêjayî gotinêye ku Werîşe Muradî ya ji aliyê hêzên Îranê ve hate girtin, ji bo şermezarkirina cezayê darvekirinê ya li dijî Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mihemedî di 4’ê tebaxê de beşdarbûna danişîna dozê red kiribû.