Xwepêşandana xelkê pêşî li ber dewriyeya hevbeş a leşkerên rûs û tirk girt 2024-08-29 11:25:28   NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên Rûsyayê vê sibehê hewl daN li Çil Axa dewriyeyeke hevbeş bi leşkerên Tirkiyeyê re bimeşînin. Berxwedana pêşî li dewriyeya hevbeş girt. Her wiha panzêreke hêzên Rûsyayê pê li xwepêşandêrekê kir.   Li gorî nûçeya ANHA'yê; hêzên Rûsyayê vê sibehê hewl dan artêşa tirk derbasî herêmê bikin û dewriyekeke hevbeş pê re pêk bînin. Hêzên Rûsyayê hewl dan ji gundê Dêrna Axa yê li bakurê bajarê Çil Axa yê Kantona Cizîrê dewriyeya hevbeş bidin destpêkirin.   Xelkê herêmê xwepêşandanek li dijî hewldana Rûsyayê li dar xist û pêşî li ber dewriyeyê girt.   Hêzên Rûsyayê ketober gule û bombeyên gazê li xwepêşandêran barandin û ji bo tirsandina xwepêşandêran jî bi panzêrekê pê li welatiya bi navê Evîn Îsa kir. Piştî bûyerê Evîn Îsa rakirin nexweşxaneyê.   Xwepêşandêran nehişt dewriyeya tirk derbasî herêmê bibe û li deverê bigere.