Artêşa Iraqê balefirek şer a Tirkiyeyê xist xwarê 2024-08-29 12:06:25 NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandariya hêzên asîmanî yê Iraqê ragihand ku beriya çend kêliyan hêzên wan li asîmanê Kerkûkê bi 5 muşekan balefirek bê mirov a Tirkiyeyê xistine xwarê.   Fermandariya hêzên asîmanî ya Iraqê û berpirsên ewlehiyê yên Kerkûkê der barê xistina balefirek bê mirov û bi çek (SÎHA) a Tirkiyeyê daxuyaniyek dan.   Di daxuyaniya ku ji aliyê Cîgirê Fermandarê Hêzên Asîmanî ya Iraqê Ebdulselam Ferhan ve hat dayîn de hat gotin ku ji pênc muşekên ku li nêzî seytereya Çîmen avêtine balefirê, tenê yek lêketiye û bi lêketinê re balefira bê mirov ketiye xwarê.   Ebdulselam Ferhan diyar kir ku balefira bê mirov a Tirkiyeyê li nêzî taxa Tisîn a bajêr ketiye xwarê. Piştre jî hêzên ewlehiyê gihiştine cihê bûyerê û dest bi lêkolînê kirine.