Cenazeyê Gulistan Tara ber bi Êlihê ve hate oxirkirin 2024-08-29 14:06:40   NAVENDA NÛÇEYAN - Cenazeyê rojnamevan Gulistan Tara ya ji hêla Tirkiyeyê ve li Silêmaniyê hatibû qetilkirin, piştî merasîma  li Parka Azadiyê hat lidarxistin, ber bi bajarê wê Êlihê ve hate oxirkirin.   Cenazeyê xebatkara Çapemeniya Azad, Gulistan Tara ya di 23’yê tebaxê de ji aliyê Tirkiyeyê ve li nêzî navçeya Seyîtsadiq a Silemaniyê hat qetilkirin, ji saziya Tipa Edlî ya Silêmaniyeyê hate wergirtin. Piştî ji saziya tipê hate wergirtin li Parka Azadî ya li bajar,  merasîma cenazeyê hate lidarxistin.  Cenazeyê Tarayê piştî merasîmê ber bi bajarê wê Êlihê ve hate oxirkirin.    Di merasîmê de Rêveberê Chatr Production Kemal Heme Reza daxuyaniyek xwend. Di daxuyaniyê de êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî rojnamevanên Çapemeniya Azad û berovajîkirina bûyerê ya ji aliyê dij-terorê ya PDK’ê hate şermezarkirin. Soza şopandina şopa xebatkara Çapemeniya Azad Hêro Behadîn û Gulistan Tara hate dubarekirin.   ‘HEWL DAN HEQÎQETÊ RAGIHÎNIN’   Di daxuyaniyê de hat gotin ku, 23’yê tebaxê di encama êrîşek terorîstî de û durî hemû yasa û pîvanên navdewletî wesayîta rojnamevanan a Chatr Production a ji bo karê medyayê li sinorê navçeya Seyîdsadiq hat hedefgirtin û hat diyarkirin ku di encama êrîşê de rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Behadîn jiyana xwe ji dest dan û ev tişt hate gotin: “Me di kêliyên destpêkê yên roja êrîş pêkhatî de ragihand ku ev hevrêyên me bi armanca karê xwe yê rojnamevanî pêk bînin serdana wê deverê kiribûn. Lê dewleta Tirk a dagirker bi awayek dûrî yasa û pîvanên navdewletî bi balefira bêmirov û biçek tîma me hedef girt.”   ‘DIJMIN TEŞHÎR DIKIR’   Di berdewama daxuyaniyê de hat gotin ku Gulistan Tara û Hêro Behadîn bi sebir hewl dan rastiyan bigihînin civaka me û hat bîrxistin ku rojnameger rûyê rast ê dijminên Kurdistanê eşkere bikin tevgeriyan û wiha dom kir: “Ji ber wê jî hewl dan bi rêya medyayê helwesta raya giştî ya kurd li hember suc û dagirkeriyên li ser xaka Kurdistanê nîşan bidin û zilm û zordariya dewletên dagirker ji cîhan û civaka navnetweyî re ragihînin.”   Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin, “Em wek Chatr Production, li gel şermezarkirina êrîş û dagirkeriya dewleta tirk a terorîst, di heman demê de daxuyaniyên sexte yên saziya bi navê Dij-Terorê ya PDK’ê ku hewl dide dosyeya qetilkirina van rojnamevanan berovajî bike û sucê dewleta tirk veşêrin, şermezar dikin. Em bang li rêxistinên navneteweyî û nûnerên cîhanê yên li Iraq û Herêma Kurdistanê dikin ku qetilkirina van rojnamevanan bikin bingehek ji bo rawestandina bêdengiya xwe ya li hemberî sûcên berdewam ên dewleta tirk ên li dijî sivîlên Başûrê Kurdistanê. Ji bo dawî anîna li sûcên dewleta tirk ên li Başûrê Kurdistanê, hewldanên cidî bikin.   Em soz didin heval û hogirên xwe Gulistan Tara û Hêro Behadîn ku em ê li ser rê û fikrên wan bimeşin û li dijî dagirkeriya bêedaletiyê serê pênûsa xwe tûj bikin.”   Di merasîmê de birayê Gulistan Tara Ahmed Tekîk axivî û ev tişt gotin, “Her çendî Gulistan xwişka min bû, lê ji wê zêdetir heval û hevrêya we bû. Gulistan tenê rojnamevan bû û xwediyê pênûs û kamerayekê bû.”   Ehmed Tekîk, anî ziman ku Gulistan şehîd bûye û wiha derbirî:  “Îro hûn dibînin ku heval û hevrêyên wê hemû bûne Gulistan.”