Gergerlîoglû serdana Şenyaşar kir: Çima Serokê Meclisê xwe bêdeng dike? 2024-08-29 14:18:34 ENQERE - Parlamenterê DEM Partiyê Omer Farûk Gergerlîoglû serdana çalakiya Emîne Şenayaşar kir û bang li Serokê Meclisê Nûman Kûrtûlmûş kir û ev pirs kir: “Were cem dayikê, çima tu xwe bêdeng dikî?”    Çalakiya Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a li ber Meclisê di roja 8’emîn de berdewam dike.   Parlamenterê DEM Partiyê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû serdana Emîne Şenyaşar kir.    ‘DEST JI BERXWEDANA XWE BERNEDA’    Gergerlîoglû di serdanê de axivî û diyar kir ku her kesî çav û guhê xwe li daxwaza edeletê ya Emîne Şenyaşar girtiye û got: “Her kes vê daxwazê ji nedîtî ve tê. Em li ba te ne. Piştî ewqas bêhiqûqî û bêdaletiyê li bendê ne ku Serokê Meclisê Nûman Kûrtûlmûş gavekî biavêje. Çima tu gavekî navêjî? Ji roja dest bi çalakiya kiriye çar caran emeliyat bûye û 70 salî ye. Lê kêliyek dest ji têkoşîna xwe ya biryardar berneda. Tişta ku kes nake ew bi tena serê xwe dike. Du lawên wê û hevjînê wê bi zalimî û nemerdî hatin qetilkirin.”    ‘ÇIMA GAV NAYÊN AVÊTIN?’   Gergerlîoglû da zanîn ku dayikek li ber deriyê Meclisê li benda edaletê ye û wiha axivî: “Bila dinya hemû viya bibîne. Çalakiyê dî xwe spartiye Meclisê. Dayik hatiye ber biryar û îradeya gel. Çima gav nayên avêtin? Çima Serokê Meclisê tu xwe bêdeng dikî? Berxwedanek ezamet e û bi tena serê xwe bi ser ket û dayika Emîne serî li ber bêdaletiya dinyayê rakir. Ez birêz Serokê Meclisê Nûman Kûrtûlmûş vedixwînin cem dayika Emîne.”    Paşê Emîne Şenyaşar jî axivî û wek her roj daxwaza xwe ya edaletê dubare kir.