Şandeya DEM Partiyê serdana Hewş Kafeyê kir 2024-08-29 14:47:59   AMED - Rêveber û parlamenterên DEM Partiyê serdana Hewş Kafe ya k udu caran bi êrişan re rû bi rû ma kirin û gotin: “Hûn ne bi tenê ne em li vir in. Wan vî bajarî bi dest nexist û wê nexin jî.”    Hevserokên DEM Partiya Amedê Gulşen Ozer û Abbas Şahîn, parlamenterên DEM Partiyê Adalet Kaya û Meral Daniş Beştaş, Hevşaredarê Amedê Dogan Hatûn û hevşaredarên Sûr û Rezan wek şandeyekê serdana Hewş Kafe ku cara duyemîn bi êrişan re rû bi rû ma, kirin. Şandeyê piştevaniya xwe bo xwediyên Hewş Kafeyê anîn ziman.     Şandeyê li xwediyên Hewş Kafeyê guhdar kirin û agahiyan ji wan wergirtin. Paşê şandeyê daxuyanî da.    'WÊ NIKARIBIN ENCAMÊ BIGIRIN’    Hevserokê DEM Partiya Amedê Abbas Şahîn axivî û destnîşan kir ku tifaqên qirêj ku Rojhilata Navîn xistine nava xwînê dixwazin bi heman rengî li Amedê jî vê xwînê birijînin û got: “Bermayiyên zîhniyeta DAIŞ’ê bi taybetî li Amedê dixwazin êrişî dikandar û gelê me bikin. Planek vê tifaqa qirêj heye. Dixwazin gelê me ji vir koçber bikin û vir li gorî xwe dîzayn bikin. Lê hûn çi dikin bikin em xwediyê vê axâe ne û em ê her li ser vê axê bin. Divê ev zîhniyet baş bibîne û fam bike ku wê nikaribin encamê bigirin û dubendiyê bixin nava civakê. Divê dawî li vê zîhniyeta bermahiyên DAIŞ’ê were anîn.”   BEŞTAŞ: AMED WÊ SERÎ LI BER WE NETEWÎNE   Parlamentera DEM Partiyê ya Erziromê Meral Daniş Beştaş jî nerazîbûn nîşanî êrişan da û got: “Em ê li ber van êrişan bêdeng nemînin. Tu kes nikare ne li Sûrê û ne jî li cihekî din mudaxileyî terza jiyana me, zimanê me, çanda me û xebat û civaka me bike. Planek û lîstokek li holê heye. Dixwazin pêkanînên salên 90’î dîsa nîşan bidin û xelkê bi darê zorê desteser bikin. Ez li ber Hewş Kafeyê gazî wan êrişkaran dikim; em serî li ber bav û kalên we danenî, ma em ê li ber we serî bitewînin. Em ê destûr nedin we ku hûn êrişî çanda vî bajarî bikin. Gelê Amedê, em wek jinan qet destûr nedin we ku hûn wisa êriş bikin û em serî li ber we netewînin. Em dibêjin hodrî meydan; hûn ne xwediyê vî bajarî ne. Hişê xwe bidin serê xwe. Yên ku we bi rê ve dibin, bi hezaran kes qetil kirin. Nikaribin vî bajarî desteser bikin wê niha jî nikaribin desteser bikin.”