Endamê Hewldana 78’an Ural hat binçavkirin 2024-08-29 14:48:48 RIHA - Endamê Hewldana 78’an a Rihayê Mehmet Ural piştî beşdarî merasîma cenaze bû, hat binçavkirin.    Endamê Hewldana 78’an a Rihayê Mehmet Ural bi hinceta li navçeya Xelfetiyê tev li merasîma cenaze bûye, rêz girtiye û dirûşma “Şehîd namirin” berz kiriye, hat binçavkirin. Hat zanîn Ural tev li merasîma cenazeyê Tahîr Erturk ê li Almanya jiyana xwe ji dest dabû û li gundê Hîlalî tev li merasîma cenaze bûye, hat binçavkirin. Hat gotin ku piştî Ural ji şînê vegeriyaye hatiye binçavkirin. Hat diyarkirin ku polîsên sivîl di merasîmê de vîdeo û wêne girtine û kirine sedemê hinceta Ural.    Ural birin Midûriyeta Polîsan a Xelfetiyê.