Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Raporên xesara avahiyên nexweşxaneyan eşkere bikin 2024-08-29 14:54:00   AMED - Platforma Tenduristiyê ya Amedê diyar kir ku rapora xesara erdhejê ya Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyubî û Nexweşxaneya Zarokan a Amedê 18 meh in nehatiye eşkerekirin.    Platforma Tenduristiyê ya Amedê, Komeleya Piştevaniyê û Rêveberiya Afetê (DMS) û Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazan a Tirk (TMMOB) ji bo rapora xesarê ya avahiyên Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyubî û Nexweşxaneya Zarokan a Amedê bên eşkerekirin daxuyanî da. Daxuyanî li ber Nexweşxaneya Zarokan hat lidarxistin û pêkhateyên KESK’ê, nûnerên rêxistinên sivîl û kedkarên tenduristiyê tev li daxuyaniyê bûn. Pankarta “Ne erdhej, xemsarî dikuje” hat vekirin û dirûşm hatin verzkirin.    Nûnera SES’ê ya Nexweşxaneyê Şengul Karaman daxuyanî da û destnîşan kir ku piştî erdheja 6’ê Sibatê ji avahiyan testa karotê û testa saxlemiya erdhejê hatine girtin û lê tevî gelek caran hat daxwazkirin jî encama testan ango raporên her du avahiyên nexweşxaneyan nehatine eşkerekirin. Karaman anî ziman ku ne erdhej xemsariya sazî û dezgehên dewletê mirovan dikuje û xwest raporên xesarê yên avahiyan ku ev 18 meh in nehatine eşkerekirin tavilê ji raya giştî re bê eşkerekirin.    Karaman got ew ê her roj meseleya raporên erdhejê ya her du avahiya bişopînin.