Li Enqereyê banga 1’ê Îlonê: Aştî di têkoşîna gelên bindest de ye 2024-08-29 14:57:45 ENQERE - Hêzên Ked û Demokrasiyê yên ji bo çalakiya 1’ê Îlonê bang kirine, destnîşan kirin ku desthilat bi polîtîkayên xwe yên şer gefê li pêşeroja gelên li Rojhilata Navîn dixwe, bûye pirsgirêkekî kurewî û wiha gotin: “Aştî di berxwedana gelên bindest de ye.” Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Enqereyê dê bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê saet 17.00’an de li Cadeya Sakaryayê meş û daxuyaniyekê li dar bixin. Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Enqereyê di Eywana Civînê ya Yekitiya Mulkiyeyiyan de daxuyanî dan û banga tevlîbûna çalakiya 1’ê îlonê Roja Aştiyê yaCîhanê kirin.    ‘AŞTÎ DI BERXWEDANA GELÊN BINDEST DE YE’   Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Enqereyê Omer Farûk Yazmaci destnîşan kir ku ew ê li dijî siyaseta şer di 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de ji bo soza têkoşîna aştî, azadî û wekheviyê xurt bikin bi hev re bidin . Yazmaci diyar kir ku mêtingerî di tevahiya cîhanê de taybetî jî di Rojhilata Navîn de bi pevçûnên bêyî dawî, mirovahiyê anîne pêşberî krîza birçîbûnê û wiha got: “Bi destê siyanîzmê li Xezayê bi awayekî eşkere qirkirin tê jiyîn. Ji bo berjewendiyên siyonîzmê di serî de Filîstîn, herêma me ber bi şer, pevçûn û qirkirinan ve tê arastekirin. Îro aştî di qoçanikên ciwanên filîstînî de, di têkçûna mêtingerî û têkoşîna gelên bindest de ye.”     ‘ASTENGIYA MEZIN BÊÇARESERÎ HIŞTINA PIRSGIRÊKA KURD E’   Yazmacî bal kişan ku AKP û MHP bi polîtîkayên şer, xwe bi ser piyan digire û wiha got: “Erdogan û Bahçelî ji bo serweriya xwe kûr bikin civakê dabeş dikin. Li aliyekî yên ku dixwazin sazîbûna faşîzmê kûr bikin hene; li aliyê din têkoşîna hêzên aştiyê û daxwaza aştiyê heye. Desthilat ne tenê ji bo gelên li Tirkiyeyê, bi polîtîkayên xwe yên li Rojhilata Navîn, ji bo hemû cîhanê bûye pirsgirêk. Astengiya herî mezin a li pêşiya wekhevî, azadî û demokrasiyê, neçareserkirina pirsgirêka kurd e. Îro têkoşîna gelên li Rojhilata Navîn, Iraqê, Şengalê, Sûriyeyê û Rojavayê têkoşîna mirovahiyê ya aştî demokrasî û azadiyê ye.”   AŞTIYA CIVAKÎ   Yazmaci da zanîn ku krîza aborî ya li welat perçeyekî zêdebûna bûyerên tundiyê, qetilkirina jinan, qirkirina xwezayê û polîtÎkayên şer e û wiha got: “Em ê di 1’ê Îlonê de careke din helwesta xwe ya biryardar a siyaseta demokratîk nîşan bidin.”     BANGA AZADÎ, DEMOKRASÎ Û AŞTIYÊ    Yazmaci ji bo pêkanîna aştiyê, daxwazên xwe yên dawikirina şer, dest jê berdana polîtîkayên mêtingeriyê û derketina NATO’yê rêz  kir û li şûna polîtîkayên çek û tundiyê; banga xurtkirina edalet, azadî û hêviya aştiyê kir.