Guneş ji bo zarokên winda banga civîna awarte kir 2024-08-29 15:58:26   ENQERE - Partlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Berîtan Guneş Altin têkildarî zarokên winda Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclisê vexwend civîna awarte.    Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Berîtan Guneş Altin ji bo Narîn Guran a di 21’ê tebaxê li taxa Tavşantepe ya navçeya Rezan a Amedê winda bûye û ji bo zarokên din ên winda, Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclisê vexwend civîna awarte.    Di daxwaznameya komîsyonê vedixwîne civînê de hat diyarkirin ku li Tirkiyeyê, her sal gelek zarok winda dibin û hat gotin ku ji bo pêşîlêgirtina van bûyeran divê raya giştî polîtîkayan diyar bike.    ZAROKÊN WINDA    Herwiha di daxwaznameyê de ev tişt hatin gotin: “Dema zarokek winda dibe xebatên lêgerînê baş nayên kirin û ev yek jî di dê û bavan de bêbaweriyê ava dike. Bûyera herî dawî ya windabûna Narîn Guranê vê rewşê û giringiya wê radixe ber çavan. Xebatên lêgerînê xurtkirin ji bo pêşeroja civakî gelek girîng e. Lewma têkildarî van geşedanên dawî divê Komîsyona Lêkolînê ya Mafê Zarokan a di bin banê komîsyonê de xebatê xwe didomîne, têkildarî rojeva zarokên winda divê demildest bicive û têkildarî xebata windayan înisiyatîfê bigire.”   Guneş a DEM Partiyî têkildarî mijarê ji bo Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî Mahînûr Ozdemîr û Wezîrê Karên Hundirîn Alî Yerlîkaya bibersivîne pişnûmepirs da Meclisê.     Guneş ji her du wezaretan ev pirs pirsîn:   “* Gelo ji sala 2016’an ber bi îro ve derbarê hejmara zarokên winda dibin de di wezareta we de tu dane hene? Heke hebin çima ev dane bi raya giştî re  nayên parvekirin?  * Gelo ji bo zarokên winda werin dîtin tu bername û projeyên wezareta we hene? Heke hebin hûn dikarin derbarê xebat û encamên van projeyan de agahî bidin?   * Gelo di mijara dîtina zarokan de xizmetên derûnî û hiqûqî yên hûn didin malbatan çi ne? Gelo derbarê têrbûna van xebatan de tu nirxandin hatine kirin?   * Gelo ji bo zarokên winda dane bi rêk û pêk werin parvekirin, tu xebat li wezareta we tên plansazîkirin?   * Gelo ji bo Narîn Gurel û zarokên din ên winda berçav werin girtin tu plansaziyên wezareta we hene?”