Şîroveya Bayindir a Wêneya Milazgirê: Têkoşîna kurd dê bi ser keve 2024-08-29 17:00:09   MÛŞ - Hevserokê DBP’ê Keskîn Bayindir bal kişand ser wêneya Serokkomarê AKP’î  Tayyîp Erdogan a bi pêkhatiyên tifaqa xwe ya li Meclisê û fermandaran re li Milazgirê kişandiye û wiha şîrove kir: “Di wê wêneyê de peyamê dan têkoşîna azadiyê ya kurd. Em jî dibêjin ku çi bibe bila bibe, dê têkoşîna kurd bi ser keve.”    Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Mûşê bi diruşma “Bi civaka rêxistinbûyî ber bi paşeroja azad ve” 1’emîn Kongreya xwe ya Awarte li dar xist. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), hevserokên şaredariyê, Tevgera Jinên Azad (TJA), rêxistinên DEM Partiyê yên navend û navçeyan, nûnerên saziyên demokratîk ên sivîl, rêxistinên navend û navçeyên Wan, Bedlîs, Çewlîg, Xarpêtê û gelek welatî tev li kongreya li eywanekî dawetê ya li bajar hatiye lidarxistin bûn. Di eywana kongre tê de hatiye lidarxistin de pankartên “Bi civaka rêxistinbûyî ber bi jiyana azad ve” û “Li dijî polîtîkayên şer em bi paradîgmaya azadiyê jinê rêxistin dibin” û “Me ji sala 1925’an heye 1999’an çok daneynî, em ê çok daneynin” hatin daliqandin.    Hevserokê Giştî Keskîn Bayindir di eywana kongreyê de bi çepik û tilîliyan hate pêşwazîkirin. Kongre bi hilbijartina dîwanê û rêzgirtina ji bo şehîdên azadî û demokrasiyê dest pê kir.    ‘EM SERKEFTINA MÛŞÊ DIYARÎ HER DU ROJNAMEGERAN DIKIN’   Di kongreyê de Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir serkeftina Mûşê ya di hilbijartinên herêmî de hatiye bidestxistin pîroz kir. Bayindir wiha axivi: “Em vê serkeftinê diyarî jinan, ciwanan û her du rojnamegerên jin ên li Silêmaniyeyê hatine qetilkirin, dikin. Ji avakirina komarê heya niha dewlet hebûna xwe bi ser înkarkirina kurdan da avakirin û zext û zilma ku mejiyê mirov ranagire, hate meşandin. Lê belê gelê kurd tu caran serê xwe netewand û dê netewîne jî. Têkoşîna ku milyonan kesan daye, dê bi ser bikeve.”    ‘XIYANET TU CARAN BI SER NEKET’    Bayindir wêneyên Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan di bernameya navçeya Milazgira Mûşê bi pêkhateyên xwe yên li Meclisê Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî, Serokê Giştî yê Partiya Yekitiya Mezin (BBP) Mûstafa Destîcî û Serokê Giştî yê HUDA PAR’ê Zekeriya Yapicioglû re kişandiye û wêneya bi Serokên Giştî yên MHP’ê, BBP’ê û HUDA PAR’ê re li navçeya Xelata Bedlîsê  li gel serfermandaran kişandine bi bîr xist.    Bayindir bi ser her du wêneyan jî sekinî û wiha axivî: “Di van wêneyan de ji AKP heya MHP’ê û heya partiya kontroyan her kes hebû. Di van wêneyê de destên xwe dan hev û xwestin peyamê bidin têkoşîna azadiyê ya kurd. Em jî dibêjin ku çi bibe bila bibe, dê têkoşîna kurd bi ser keve.  Di wê wêneyên de dixwazin welatê me veguherînin dojehê. Em jî dibêjin ku em ê bi zimanê xwe, nasnameya xwe û welatê xwe ve azad bibin. Ev têkoşîn wekî şîrê kurdan ê spî helal e. AKP û MHP’ê her çar aliyê Kurdistanê veguherandin qada şer. Ew dixwazin têkoşîna kurd tune bikin. Têkoşîna azadiyê ya kurd li dijî vê yekê têdikoşe. Ya ku di vî şerî de winda dike AKP, MHP, Tirkiye, Erdogan û Bahçelî ye. Ji bo têkoşîna kurdan tune bikin jî xiyanetê bi destê PDK’ê didin kirin. Gelê kurd vê yekê dibîne. Zarokên kurdan tên qetilkirin. Tu caran xiyanet bi ser neket. Dê gelê kurd dê vê xiyatenê têk bibe û bi ser keve.”    ‘GELÊ KURD DÊ RÊ NEDE ŞER’   Bayindir diyar kir ku rewşa agahî negirtinê ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bibîr xist û diyar kir ku tecrîd, tê wateya şer û wiha derbirî: “Ev 25 sal in tecrîd heye û dewlet gavekê jî bi pêş neket. Rakirina tecrîdê tê wateya çareserkirina pirsgirêka kurd. Muxatabê pirsgirêka kurd birêz Ocalan e. Bi mîlyonan kurd bi wî re girêdayî ne. Em ê bi têkoşînê, birêz Ocalan azad bikin. Heke tecrîd were şikandin dê ji Kurdistanê heya Filîstînê gel azad bibin. AKP û MHP dixwazin vî şerî girantir bikin. Gelê kurd hişyar bû, dê ji têkoşîna xwe gavekî jî paş de neavêje, dê rê nede vî şerî. Em bi gelê xwe, feraseta Rêberê xwe bawer in, em ê bi ser kevin. Tenê em berpirsyariya xwe bînin cih. DBP mala me ye. Êdî em ê bi nasnameya xwe, bi çanda xwe siyaseta xwe di DBP’ê de bikin. Bila her kesek xwedî li mala xwe derkeve.”    Piştî axaftinan rapora xebatên hatine kirin, hate xwendin. Di hilbijartina hatiye kirin de ji Hevserokatiya Mûşê re Nûrten Akman û Ûmût Yilmaz hatin hilbijartin.