Giliya faîlên li zarokê Sûriyeyî dabûn hate kirin 2024-08-29 17:13:33   STENBOL - Parêzer Hazal Bilgîlî di Metroyê de bûye şahida tundiya zarokê Sûriyeyî,  destnîşan kir ku du zilam li zarok dane û ji bo doza cemaweriyê were vekirin, gilî kir.    Li Stenbolê di 22’yê tebaxê de li Metroya M2 ya sefera Yenîkapî û Haciosman dikir de du zilaman li zarokekî sûriyeyî dan. Parêzera endama Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya şahidiya bûyerê kiriye Hazal Bîlgîlî ji Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê giliya faîlên tundiyê kir.    Bîlgîlî diyar kir ku ew şahidiya tundiya zarokê di navbera 6-7 salî de bûye û tokayên pirçê difirot, kiriye û anî ziman ku ewilî zarok ji ber lêdana zilamekî ketiye erdê û faîl zarok ji erdê rakiriye û dîsa lê daye.    DU ZILAMAN LÊDAN   Di daxwaznameyê de hat gotin ku rêwiyek ji faîl re, “Tu çi dikî? Ma tundî li zarokê biçûk tê kirin, tu bi kîjan sedeman li zarok dixî? û xwest faîl asteng bike. Di daxwaznameyê de hat gotin ku tundî ji hêla kamerayan ve hatiye kişandin û hat diyarkirin ku faîl ji kesê ku xwestiye tundiyê asteng bike re wiha gotiye: “Tu kî yî? Nasnameya xwe nîşanî min bide, gelo tu tirk î?   Di daxwaznameyê de hat xwestin ku derbarê faîlan de bi sûcdariya “Birîndarkirina biqestî” doza cemaweriyê were vekirin.    Herwiha di daxwaznameyê de hat bîrxistin ku dîmenên kamerayan ên metroyê hene û ji Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê xwestina dîmenan, hate xwestin.