Xebatên lêgerînê yên ji bo Narînê di roja 9'an de ne 2024-08-29 18:24:25   AMED - Xebatên ji bo dîtina Narîn Guranê ku li navçeya Rezanê winda bûbû, didomin. Kekê Narînê ji ber hin gumanan hatibû binçavkirin. Lê belê ATK'ê şuna gezkirinê ya li ser milê kekê Narîn tespit nekir ku aîdê kê ye.    Xebatên ji bo dîtina Narîn Guran a 8 salî ku di 21'ê Tebaxê de gava ji qursa Quranê derket winda bû û ji wê çaxê heya niha tu agahî jê nayê girtin, di roja 9'an de didomin.    Xebatên lêgerîn û kolandinê yên di Robarê Selmiyê de ku ji aliyê Tîmên Lêgerînê yên Binavê dihatin kirin, hatin domandin. Li gel vê xebatên li nava arazî bi aletan didomin. Hat hînkirin ku kekê Narînê E.G. yê 18 salî hê jî di binçavan de ye. Ji bo bê tespîtkirin ku şopa gezkirinê ya li ser milê E.G. ya kê ye, E.G. sewqî Saziya Tiba Edlî (ATK) a Stenbolê hat kirin. ATK'ê rapora xwe amade kir. Di raporê de hat diyarkirin ku nehatiye tespîtkirin ka şopa gezkirinê ya Narîn Guranê ye yan na. Lê belê hin saziyên çapemeniyê yên cüda derpêş kirin ku şopa gezkirinê ne aîdê Narînê ye.    Serokê Baroya Amedê Nahit Eren ku pêvajoyê ji nêz ve dişopîne, agahiyên saziyên çapemeniyê belav kirine derewand. Eren diyar kir ku rapora ATK'ê ya Stenbolê hatiye lê nehatiye tespîtkirin ku şopa gezkirinê aîdê kê ye.    Her wiha danê sibehê cendirmeyan dê û bavên Narînê ji bo îfadeyê birin qereqolê.