Sebahat Tûncel bi xebatkarên Çapemeniya Azad re hat cem hev 2024-08-29 18:43:57   STENBOL - Siyasetmedar Sebahat Tûncel bi xebatkarên Çapemeniya Azad re hevdîtin kir. Tûncel dema ku ji bo rojnamegerên li Silêmanî hatin qetilkirin gotina "sûcên şer" bi kar anî, anî ziman ku divê li dijî êrîşan berxwedan bê nîşandan.   Siyasetmedar Sebahat Tûncel bi Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Herêmê Gonca Yangoz re serdana xebatkarên Çapemeniya Azad kir.   Tûncelê di serdanê de axivî û bi bîr xist ku di 23’ê Tebaxê de li navçeya Seyîdsadiq a Silêmanî bi SÎHA’yê êrîş li wesayîtekê hat kirin û rojnameger Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn ên di wesayîtê de bûn hatin qetilkirin. Tûncelê destnîşan kir ku ev sûcê şer e û destnîşan kir ku divê li dijî êrîşan li ber xwe bidin.   Serdana ku di atmosfereke sohbetê de derbas bû, bi peyama ku dê hevgirtin bidome bi dawî bû.