Cenazeyê Gulistan Tarayê li Silopiyayê hat pêşwazîkirin 2024-08-29 22:59:53       ŞIRNEX - Cenazeyê Rojnamevan Gulistan Tara ku di êrişa balafireke bêmirov a Tirkiyeyê de hat qetilkirin, li Silopiyayê bi girseyî hat pêşwazîkirin.   Cenazeyê Rojnamevan Gulistan Tara ku di 23’yê Tebaxê de li navçeya Seyîdsadiq a bajarê Sileymaniyê ji aliyê Tirkiyeyê ve hat qetilkirin, piştî merasîma li Silêmaniyê ji Deriyê Sînor ê Xabûrê anîn navçeya Silopiyayê.   Cenazeyê Tarayê bi girseyî bi dirûşmeya “Şehîd namirin” hat pêşwazîkirin.   Piştre ji bo karûbarên otopsiyê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Piştî otopsiyê wê cenazeyê şehîd bibin Êlihê.