Nobeta li dijî qeyûm di roja 75’an de ye 2024-08-29 23:03:59   STENBOL - Nobeta li dijî qeyûm a li Beyoglûya Stenbolê hat destpêkirin di roja 75’an de didome. Di çalakiyê de hat diyarkirin ku polîtîkayên şer ên Tirkiyeyê bi welat dide windakirin û bal kişandin ser girîngiya aştiyê.   Çalakiya nobetê ya Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê li Beyoglûya Stenbolê li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê da destpêkirin, di roja 75’an de berdewam dike. Di çalakiyê de pankartên bi Kurdî, Tirkî, Îngîlîzî û Erebî "Colemêrg ya me ye" û “Li ber xwe bide Colemêrg, Stenbol bi te re ye" hatin vekirin. Di çalakiyê de timî dirûşmeyên "Bijî berxwedana Colemêrgê", "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin", “Qeyûm wê biçe em ê bimînin", "Li dijî faşîzmê mil bi mil" û “Jin, Jiyan, Azadî” hatin berzkirin.   Hevserokê DEM Partiyê yê Arnavûtkoyê Yavuz Kahraman di çalakiyê de axivî û got: “Bi nêzîkbûna 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê re, pêwîste careke din li ser girîngiya aştiyê were rawestîn. Ji bo avakirina aştiyê divê her kes bi berpirsyarî rabe. Serokkomar li her derê cîhanê aştiyê dixwaze. Çima li welatê xwe aştiyê naxwaze? Dema mijar dibe Kurd, polîtîkaya îmha û înkarê tê meşandin. Em êdî naxwazin dayikên me hêsiran bibarînin. Werin em bi hev re aştiyê ava bikin.”   Hevberdevkê Herêma 1’emîn a ANYAKAY-DER’ê Mehmet Arinç jî wiha axivî: “Bi salan e gelê Kurd di bin zilmê de dijîn. Êdî pêwîstiya vî welatî bi aştiyê heye. Divê dayikên Kurd û Tirk li hev rûnin û biaxivin. Divê qanûnên dijminatiyê bi dawî bibin û bingeha aştiyê were avakirin.”