ROJEVA 30'Ê TEBAXA 2024'AN 2024-08-30 09:00:11   * Ji Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê Gîzem Kuzuk ji bo çalakiya girseyî ya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ku wê li Kadikoyê bê lidarxistin banga tevlîbûnê kir û got ku ew ê li dijî polîtîkayên şer û tecrîdê aştiyê biqîrin.    * Ji OHD'ê Mehmet Altûntaş diyar kir ku bêhiqûqiya li Îmraliyê ji ber binpêkirina qanûnan e û gef li her kesî dixwe û got ku ger qanûn neyên pêkanîn wê tu kes xwe ewle hîs neke.    * Dayika Sema Yuceyê Zennûre Yuce ji bo 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê got: "Min soz da Semayê, heta ku hebim ez ê ji bo aştiyê bitêkoşim."    * Psîkologê Klînîkê Firat Kolyigît diyar kir ku bûyerên tundiyê yên di nava civakê de zêde dibin sûdê ji polîtîkayên desthilatê digirin û got ku çareserî wê ne bi terapiyên takekesî, bi edaleta civakî pêk bê.    * Girtîyê 30 salan Bekîr Yollû ê di Girtîgeha Kirşehîrê de tê ragirtin, tevî înfaza xwe temam kiriye jî, berdana wî caran duyem bi hinceta “xweşhalî nîn e” hate astengkirin.    * Kekê Nazim Babaoglû, Cemal Babaoglû diyar kir ku “Roja Kesên bi Darê Zorê Hatine Windakirin a Navnetewî” bi têkoşînê pêşwazî kirin û anî ziman ku daxwazên wan ên bûyerên di tariyê de bên ronîkirin û pêkanîna hiqûqê ya jidil a ji aliyê dewletê ve nehatin bicihanîn.    * Endamê Komîsyona Çandiniyê ya DEM Partiyê Sînan Çîftyurek û rêveberên partiyê, dê têkildarî polîtîkayên çandiniyê yên desthilatê û çalakiyên cotkaran dê li Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê civîna çapemeniyê li dar bixin. (11.00)    * Şaxa ÎHD’a Enqereyê dê “Rapora Binpêkirinên Mafan a 6 Mehan a Nexweşxaneyên Herêma Anatoliya Navîn” bi civîna çapemeniyê ya li avahiya xwe li dar bixe aşkere bike. (11.00)    * Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê dê têkildarî meşa di 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de bê lidarxistin li Şaxa Egîtîm Senê ya Hejmara 1’an a Amedê civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.00)    * Çalakiya nobetê ya li Qada Şîşhaneyê ya Beyoglûyê li dijî tayînkirina qeyûm a li Qada Şîşhaneyê ya Beyoglûyê hatiye destpêkirin dê berdewam bike. (20.00-22.00)