Stenbolê ji bo 1'ê Îlonê amade ye: Em ê ji bo aştiyê biqîrin 2024-08-30 09:31:23 STENBOL- Ji Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê Gîzem Kuzuk ji bo çalakiya girseyî ya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ku wê li Kadikoyê bê lidarxistin banga tevlîbûnê kir û got ku ew ê li dijî polîtîkayên şer û tecrîdê aştiyê biqîrin.    Bi boneya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê, wê bi dirûşmeya "Li dijî şer em aştiyê, li dijî tecrîdê azadiyê biqîrin" bi pêşengiya Hêzên Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê, saet di 19.00’an de li Qada Îskele ya Kadikoyêdaxuyaniyeke girseyî bê dayîn. Tê payîn ku Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllarî jî beşdarî daxuyaniyê bibe.   Berdevka Herêma 2'yemîn a DEM Partiyê ku di nava Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê ya Stenbolê de cih digire Gîzem Kuzuk banga tevlîbûna kir.   Kuzukê da zanîn ku îsal 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bi taybetî li Tirkiye, Rojhilata Navîn û cîhanê di nava atmosfereke pevçûnî de tê pêşwazîkirin û wiha got: "Îro polîtîkayên şer û germahiya di siyaseta navxweyî ya li Tirkiyeyê de li tevahiya Rojhilata Navînê qadeke pevçûnî afirandiye. Ya li Tirkiyeyê tenê ne pevçûn e, teşwîqkirina şovenîzm û nijadperestiyê jî heye ku bandorê li hemû welatên cîran dike."    Kuzukê diyar kir ku wekî Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê wê di 1’ê Îlonê de li Qada Îskele ya Kadikoyê bên cem hev û li dijî polîtîkayên şer aştiyê biqîrin û got: “Pirsgirêka kurd, tecrîda Îmraliyê û avakirina zemîna aştiyê li Rojhilata Navînê bi hev ve girêdayî ne. Em hemû dizanin ku heta polîtîkaya tecrîdê ya li ser birêz Abdullah Ocalan li Îmraliyê bidome, di çareseriya pirsgirêka kurd de mifteya deriyê aştiyê wê venebe û jixwe me ev di nava 10 salan de dît. Di vê wateyê de em ê bi Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê re, bi beşdariya Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogullari, saet di 19.00’an de li Qada Îskele ya Kaidkoyê daxuyaniyekê li dar bixin û li vir dengê xwe yê ji bo aştiyê ragihînin."   Kuzuk wiha bang kir: “Em hêvî dikin ku di 1'ê Îlonê de li dijî şer ji bo aştiyê û pêşîgirtina şer gavên zelal bên avêtin."    MA / Îbrahîm Irmak