Parêzer Altûntaş: Ger dewlet li gor qanûnê tevnegere wê ewlehiya tu kesî tune be 2024-08-30 09:32:26   MÊRSÎN - Ji OHD'ê Mehmet Altûntaş diyar kir ku bêhiqûqiya li Îmraliyê ji ber binpêkirina qanûnan e û gef li her kesî dixwe û got ku ger qanûn neyên pêkanîn wê tu kes xwe ewle hîs neke.    Rewşa agahînegirtinê ya ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku zêdeyî 25 sal in li Girtîgeha Girtî ya Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê tê girtin, ket meha 42'yan. Abdullah Ocalan, herî dawî di 21'ê Adara 2021'ê de bi rêya telefonê ku ew jî di nîvî de qut bû bi birayê xwe Mehmet Ocalan re hevdîtin pêk anîbû. Her wiha ji Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar ên ku bi Abdullah Ocalan re di heman girtîgehê de ne jî agahî nayê girtin.   Rêveberê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) a Mêrsînê Mehmet Altûntaş tecrîda mutleq û pirsgirêkên ku rû didin nirxandin.   Altûntaş anî ziman ku tecrîda li Îmraliyê di pîvanên hiqûqa navneteweyî de wekî 'îşkence' tê pênasekirin û got ku esasnegirtina hiqûqê li hemberî girseyên siyasî û civakî jî wekî "ço" tê bikaranîn. Altûntaş destnîşan kir ku tecrîda ku piştî sala 2015'an zêde bûye bi geşedanên siyasî yên li herêmê ve girêdayî ye û got: "Dema pêwîstiya hikûmetê bi vê yekê hebe, ev pêkanîneke xerab e ku bi tu qanûn û xalên qanûnê ve girêdayî nîne. Heta biryarên peymanên navneteweyî û DMME'yê yên têkildarî binpêkirinan jî tune tên hesibandin. Yanî pêkanîneke ew qasî xirab û kêfî tê sepandin."    BANDORÊN TECRÎDÊ   Altuntaş anî ziman ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan tenê bi helwesteke siyasî re sînordar nîne û got ku bi vê pêkanînê re ewlehiya hiqûqî ya kesên asayî jî dikeve xetereyê. Altuntaş got: "Dewlet û biryardar vî tiştî hîn bûne: Dema ku ez li gor qanûnê û hiqûqê tevnagerim tiştek jî nabe û ez dikarim vê bidomînim.' Dema rewş wiha be ji qanûna îhaleyê bigirin heya şewitandina daristanan dewlet esasngirtina pîvanan hîn dike û heta ji dest tê vê ji bo xwe bi kar tîne."   Altuntaş anî ziman ku xeteriya herî mezin a ji bo civakê ji vir dest pê dike û got ku ger qanûn û rêzikname neyên sepandin wê tu kes xwe ewle hîs neke.    Altuntaş destnîşan kir ku ger dewlet li gorî qanûnên xwe tevnegere kedkar, jin, siyasetmedar û heta sermaye jî wê di bin metirsiyê de be û got ku divê hemû beşên civakê bi taybetî siyasetmedar, nûnerên saziyên sivîl û rêxistinên jinan li dijî esanegirtina qanûnan îtiraz bikin.    Altuntaş wiha domand: “Ev rewş di mijara tecrîdê de rastiyek pir zelal û eşkere ye. Ji bo vê heqîqeta eşkere divê civak bibêje 'Na, ger tu wekî dewlet qanûnekê yan jî rêgezekê deynî divê tu heta dawiyê li gor wê tevbigerî.' Ev ne tenê rewşeke di şexsê birêz Ocalan de ye. Heger tenê ji bo wî be jî, em nirxên exlaqî û wijdanî bidin aliyekî, îtiraza ji bo vê meseleyê berpirsiyariyeke gelekî mezin e."