DEM Partî di meha îlonê de ‘Seferberiya rêxistinbûnê’ dide destpêkirin 2024-08-30 10:47:28 ENQERE - DEM Partî ya di meha îlonê de dê “seferberiya rêxistinbûnê” bide destpêkirin, di konferansa dema pêş de ji şêwaza meşa rêxistinî heye rexneyên hilbijêran dê gelek mijar werin nîqaşkirin û modela nû ya rêxistinbûnê were diyarkirin.  Lijneya Rêveber a Navendî (MYK) ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di çarçoveya biryarên di civîna 26’ê hezîranê de derketinê pêş, dê di meha îlonê de 2 konferansên girîng li dar bixe. Dê di 13’ê îlonê de Konferansa Rêxistinbûnê ya Jinan û dê di 14-15’ê îlonê de jî Konferansa Rêxistinbûnê ya Navendî were lidarxistin.    Konferans dê li Odeya Endezyarên Înşeatê (ÎMO) ya Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazan a Tirk (TMMOB) were li dar xistin. DEM Partî li gelek bajaran têkildarî konferansê xebatan dide meşandin.    DÊ 360 DELEGE TEV LI BIBIN   Hemû hevserokên bajaran, endamên Meclisa Partiyê (PM), delegeyên xwezayî, delegasyona konferansê, nûnerên saziyan û kotayên ji partiyên pêkhateyê re hatine veqetandinê dê tev li konferansê bibin. Dê 200 delege tev li Konferansa Rêxistinbûnê ya Jinan, 360 delege tev li Konferansa Rêxistinbûnê ya Navendî bibin.   DÊ ‘SEFERBERIYA RÊXISTINBÛNÊ’ WERE DESTPÊKIRIN   Di konferansan de taybetî rexneyên hilbijêran ên di hilbijartinên herêmî de derketine pêş, şêwaza rêxistinbûnê dê werin nîqaşkirin. Herwiha li dijî zext û êrişên desthilata AKP’ê û MHP’ê yên bi ser tevgera siyasî ya kurd û muxalîfan, dê “seferberiya rêxistinbûnê dest pê bike.    REXNEYA ‘KÊMANIYA TÊKILIYÊ’   Li gorî agahiyên bi dest ketine pirsgirêka sereke ya DEM Partiyê di hilbijartinên herêmî de jiyaye yek jî kêmaniya têkiliyê ya di navbera navenda giştî ya partiyê û rêxistinên li herêmê ye. Ev yek jî rê neda têkiliyek rast di navbera navend û gel de were sazkirin. Di konferansê de tevî çareseriyên van pirsgirêkan dê ji Partiya Kedê ya Gel (HEP) heya niha tecrubeyên 32 salên di têkoşîna demokrasiyê de derketine pêş û ji bo dema pêş şêwazên rêxistinbûnê berçav werin derbaskin û modelên pratîktir dê berçav werin girtin.    DÊ RAPOR WERIN NIRXANDIN   Di konferansê de raporên bi tevlîbûna rêveberên di dîroka siyaseta kurd a demokratîk de cih girtine, raporên bi tevlibûna rêveberiyên navend û navçeyan di Komxebata Rêveberiyên Xwecihî yên Demokratîk a Lijeya Rêveberiyên Xwecihî ya DEM Partiyê de hatine amadekirin encam bûbûn. Komxebata di 3’yê tebaxê de bi tev li bûna hemû hevserokên şaredariyan hatiye lidarxistin de, hatibû gotin ku dê gelê kurd xwedî li daxwaza xwe ya birêvebirina xwe derkeve. Di komxebatê behsê xebarê de hatibû gotin ku dê di konferansa meha îlonê de şêwaza têxistinbûnê jî dê were diyarkirin.     DÊ RÊVEBERÎ WEK ‘ASAYÎ’ AVA BIBIN   Dema pêşiya me derbasbûna ji Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ber bi Partiya Çepên Kesk û herî dawî DEM Partiyê, gelek kongreyên navend û navçeyan wek awarte hatin lidarxistin. Di dema pêşiya me de bi “seferberiya rêxistinbûnê” kongreyên asayî dê werin lidarxistin û çalakbûna rêveberiyên nû wek armanc dê were diyarkirin. Di çarçoveya xebatê de ji bo avabûnê hêsantir bike dê avakirina “Dibistanên Partiyê” yên ku dê tê de perwerde were dayîn, were plansazîkirin.     DEM Partî dê ji bo xwe bi temamî ji bo hilbijartinekî pêşwext amade bike ji meha îlonê şûn ve xebatên xwe bidomîne.   PIRSÊN ‘TIFAKÊ’ LI BENDA BERSIVAN E   Têkildarî mijara “tifaqê” ya di civîna MYK’a DEM Partiyê ya 21’ê tebaxê hatiye nîqaşkirin de tu gavên şênber nehatin avêtin. Herî dawî girîngiya “Tifaqa Demokrasiyê” hatibû nîqaşkirin û hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan ji bo xebat bi leztir werin meşandin, biryara avakirina komîsyonekî têkildar dabûn.    Li gel vê yekê DEM Partî û pêkhateyên wê yên partiyên çepgir-sosyalîst di pêvajoya her du hilbijartinan de bandora ku dihat xwestin ava nekir. Ji mijarên sereke yek jî rexneyên ji raya giştî têkildarî vê bêbandorbûnê ne û dê ev jî wek mijareke sereke were nîqaşkirin.    MA / Firat Can Arslan