Xebatên lêgerîna Narînê ket roja 10'an: Birayê wê hate berdan 2024-08-30 11:08:38   AMED - Xebatên lêgerîna Narîn Guran a 8 salî didomîn. Birayê Narînê E.G. ê hatibû binçavkirin, hate berdan.    Xebatên ji bo dîtina Narîn Guran a 8 salî ku di 21'ê Tebaxê de gava ji qursa Quranê derket winda bû û ji wê çaxê heya niha tu agahî jê nayê girtin, di roja 10'an de didomin.    Xebatên lêgerîn û kolandinê yên di Robarê Selmiyê de ku ji aliyê Tîmên Lêgerînê yên Binavê dihatin kirin, hatin domandin. Li gel vê xebatên li nava arazî bi aletan didomin.    Kekê Narînê E.G. yê 18 salî ku ji ber gumanan hatibû binçavan, duh bi şev hate berdan. Birayê Narînê E.G. ji ber şopa gezên bi ser milê wî hatibû binçavkirin û ew biribûn Saziya Tiba Edlî (ATK) a Stenbolê. ATK'ê rapora xwe amade kir. Di raporê de hat diyarkirin ku nehatiye tespîtkirin bê ka şopa gezkirinê ya Narîn Guranê ye yan na. Lewma bi fermana dozgeriyê birayê Narînê E.G. duh bi şev hate berdan.