Ji bo bernameya 1’ê Îlonê ya li Îzmîrê banga tevlibûnê 2024-08-30 11:09:29 ÎZMÎR - Hevseroka DEM Partiyê yê Îzmîrê Vezan Karabûlût a têkildarî bernameya 1’ê Îlonê ya li Îzmîrê were lidarxistin agahî dan, li dijî polîtîkayên şer û tecrîdê bang li herkesê kir ku li qadan aştiyê biqîrin.    Li çar aliyê Tirkiyeyê û Kurdistanê gel xwe amade dikin ku di li dijî polîtîkayên şer û tecrîdê di 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê derkevin qadan.    Li Îzmîrê bi banga Hêzên Ked û Demokrasiyê dê di 1’ê Îlonê de saet di 18.00’an de li Qada Cûmhûriyetê bi dirûşmeya “Berî her tiştî aştî” daxuyaniyeke çapemeniyê ya girseyî bê dayîn. Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Îzmîrê bi dirûşmeya “Li dijî şer aştiyê, li dijî tecrîdê azadiyê diparêzin” dê di daxuyaniya girseyî de cihê xwe bigire. Bi tevlibûna parlamenterên DEM Partiyê saet li dora 17.00’an dê bi girseyî li avahiya Îzmîrê kom bibin û ber bi Qada Cûmhûriyetê ve meş bê lidarxistin.      Hevseroka DEM Partiyê yê Îzmîrê Vezan Karabûlût, destnîşan kir ku di serî de Rojhilata Navîn li erdnîgariyeke ku bi şeran hatiye dorpêçkirine dijîn. Karabûlût, diyar kir ku li her alî şer û qetilkirina mirovan heye û wiha got: “Li başûrê Kurdistanê dagirkirin heye. Di dîroka herî nêz de 2 rojnamevanên jin ji ber vî şerî hatin qetilkirin. Li Xezayê drama mirovahiyê heye. Şerê Ûkrayna û Rûsyayê didome. Di demekî ku şer evqas nêzî me ne û heta welatê me aliyekî şerî ye de em ê gotina xwe ya aştiyê bidomînin.”   ‘DIVÊ EM DERKETINA LI DIJÎ ŞER JI XWE RE BIKIN PEYWÎR’    Karabûlût, bal kişand ku dewleta tirk demekî dirêje di nav şer de ye û da zanîn ku ev rewş gelan ji gelek aliyî ve bi bandor dike. Karabûlût, anî ziman ku budçeya ku desthilata AKP’ê û MHP’ê ji şer re vediqetîne, ji nanê gel tê birîn û wiha berdewam kir: “Di demekî ku gel nan nabîne de fîşek, SÎHA û ÎHA tên kirîn. Operasyonên derveyî sînor tên kirin. Mafê perwerdehiyê yê herî bingehîn ji ber budçeya ji şer re hatiye veqetandin tê sînorkirin. Budçeya ji şer re hatiye veqetandin, pêşkeşî gel hatibûya kirin ne xizanî ne jî bêaramî dima. Astengkirina me ya vê derê encax bi derketina ji şer re dibe. Dema şandina desthilata ku welat terkî xizaniyê kiriye, zûde hatiye. Rêya herî girîng a vekirina rêya aştiyê şandina vê desthilata xwînxwar e.”   ‘EM JI BO AŞTIYÊ LI QADAN BÊN BAHEV’    Karabûlût, bi lêv kir ku li dijî polîtîkayên şer dê li Îzmîrê jî li qadan bin û da zanîn ku dê di 1’ê Îlonê de bi Hêzên Ked û Demokrasiyê re li Qada Cûmhûriyetê bi tevlibûneke berfireh daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Karabûlût, anî ziman ku dê DEM Partî bi dirûşmeye “Li dijî şer aştiyê, li dijî tecrîdê azadiyê diparêzin” tev li daxuyaniyê bibe û wiha got: “Em ê li dijî tecrîd û şerî li qadan bilindikirina dengê aştiyê bidomînin.”   Karabûlût, anî ziman ku beriya daxuyaniyê dê saet di 17.00’an de li ber avahiya partiyê bên bahev û ji vir ber bi Qada Cûmhûriyetê ve bimeşin. Karabûlût axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Li dijî hemû bêhiqûqî, newekhevî, bêedaletî û qetilkirina jin, xweza û heywanan a li Tirkiyeyê, li bendê ne ku hemû şêniyên Îzmîrê dakevin kolanan. Werin em hemû li meydanan li hev bicivin û xerabiya şer û bedewiya aştiyê biqîrin. Ji bo ku em xerabiye şer û xweşiya aştiyê bi hev re biqîrin em li qadan werin bahev.”