Parlamenterê DEM Partiyê Çîftyurek: Erdnîgariya me bi krîza xurekê re rûbirû ye 2024-08-30 11:13:39 AMED - Endamê Komîsyona Çandiniyê ya DEM Partiyê Sînan Çîftyurek diyar kir ku polîtîkayên çandiniyê yên desthilata AKP’ê bandoreke neyînî hem li cotkaran hem jî li mezêxeran dike û got: “Ev erdnîgariya ku navenda şoreşa çandiniyê ye îro bi krîza xurekê re rûbirû ye.” Endamê Komîsyona Çandiniyê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sînan Çîftyurek, têkildarî polîtîkayên çandiniyê yên desthilatê û çalakiyên cotkaran li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê daxuyanî da. Hevserokên DEM Partiyê yên Amedê Gulşen Ozer û Abbas Şahîn jî tev li daxuyaniyê bûn.   ‘HILBERÎNER JÎ MEZÊXER JÎ ZEHMETIYÊ DIKIŞÎNE’     Çîftyurek ê bal kişand ser polîtîkayên çandiniyê yên desthilatê, da zanîn ku cotkar li dijî van polîtîkayan bi dirûşma “hikumet îstîfa” di rêyan û çalakiyan de ne. Çîftyurek, bi lêv kir ku cotkar, biçîne jî necine jî birçî dimîne û wiha got: “Ji ber ku an neçar dimîne di binê maliyete de difiroşe an jî li zeviyê dimîne. An ku ev ne tenê hilberînerî, bandorê li mezêxer jî dike. Dema ku hilberîner nikare berhemên xwe yên li baxçeyî bi 2-3 lîreyan bifiroşe jî, mezêxer neçar e ku bi 20-30 lîreyî bikire. Ev yek bandorê li her du beşan jî dike. Ev çi nîşanî me dide? Cotkar ji hilberînê sar dibe. Ber bi ku dest ji nan berde dike. Ji ber vê yekê ev erdnîgariya ku navenda şoreşa çandiniyê bû nniha bi krîza xurekê re rûbirû ye. Ev krîza xurekê hate asteke wiha ku dê di salên pêşiya me de rê li xetereyên cidî veke.   Çiftyurek da zanîn ku erdnîgariya Tirkiyeyê nêzî 20 caran ya Hollandayê ye lê Hollandayê 94 hezar dolar îxracatê dike û Tirkiye jî 40 hezar dolarî îxracatê dike. Çiftyurek destnîşan kir ku ev yek encama polîtîkayên Tirkiyeyê ye. Çîftyurek, anî ziman ku desthilatê çavkaniyên Kurdistanê ser û bin kirine, gel ji DEDAŞ’ê bi gazin e û wiha got: “Ev herêm ji aliyê enerjiyê ve herêmeke feqîr e? 4 bendavên mezin li Kurdistanê ne lê herêm pirsgirêka ceyranê dikişîne.”   ‘DI ÇANDINIYÊ DE YEKPERESTÎ HEYE’    Çîfyurek, gotinên xwe wiha domandin: “Em bêjin me zebeş çandin, lê kesê nekirîn lê kartol hatin firotin. Herêm ji bilî plankirina xwe arasteyî kartolan dibe. Li ser navê piyasaya serbest bê planî heye. Di ax û çandiniyê de yekperestî heye. Kurdistaneke ku axa wê evqas dewlemend mixabin genimi îthal dike. Wan a ku em bibêjin paytextê sewalkariyê ye, hatiye asta ku goşt îthal bike. Ji ewlehiyê re budçe tê veqetandin lê ji çandiniyê re budçeyeke gelekî kêm tê veqetandin.    BANGA ‘TEVGERA HEVPAR’    Demîroren Holdîng, dema ji Dogan Medyayê her tişt kirî ji Bankaya Ziraetê 800 milyar dolar deyn wergirt. Nekarî 4 salan vî deynî bide. Neçar man ku ji sedî nizanim 4 noxte faîzê peyman îmzekirin. Bankaya ji bo ku cotkar nikarin 2 taksîtên xwe bidin dest deyne ser zeviya wî, nêzî milyon dolarekî pere dide Demîroren. Polîtîkayeke desthilatê ya alîgiriya sermayeyê heye. Em van polîtîkayan bi tundî şermezar dikin. Hikumet dibêje ‘ez ê bi polîtîkayên şidandina qayîşê, bikarim bigihim 2025’ê’. Divê hemû gel û sosyalîstên li Kurdistan û Tirkiyeyê li dijî polîtîkayên ku hikumet dimeşîne bi awayekî hevpar tevbigerin.    BERPIRSYARTIYA LI SER MILÊ ŞAREDARIYAN     Gelê me dê li çareseriya xwe bigere. Divê em jî kêmasiyên xwe bibînin. Divê em çavkaniyên xwe binirxînin. Li vir berpirsyariyeke mezin dikeve li ser milê me. AKP, bi polîtîkayên dimeşîne re dibêje ‘ka 2025’ê derbas bikim. Divê bi hemû hêzên demokrasiyê re van polîtîkayên AKP’ê li qadê xera bikin. Divê cotkar bi tenê nemîne.”