Lawê Ertakê hatiye windakirin: Divê dewlet bi pêşerojê re hevrû bibe 2024-08-30 11:51:52 WAN - Servet Ertak ji bo bavê xwe Mehmet Ertak ê 33 sal beriya niha di biçavkirinê de hatiye windakirin anî ziman ku “Roja Windakiriyên bi Darê Zorê ya Navneteweyî ji bo dewletan rojekî şermezariyê ye û wiha got: “Dewlet tenê bi hevrûbûna bi pêşerojê dikare ji vê şermezariyê xelas bibe.”    Li Tirkiyeyê û Kurdistanê di salên 1990’î de hezaran gund bi darê zorê hatin valakirin û sed hezaran welatî ji axên xwe hatin dûrxistin. Hezaran kes jî ji hêla hêzên dewletê yên tarî ve hatin qetilkirin.    Mehmet Ertak (32) jî dema ji Şirnexê vedigeriya mala xwe ya li mezraya Rezûkê  di 19’ê tabaxê de hate binçavkirin û careke din agahî jê nehate girtin. xebatkarê JÎTEM’ê Mûrat Îpek ê di Midûriyeta Polîsan a Şirnexê de dixebitî di sala 1997’an de bi gotina “Me Mehmet Ertak bi fermana Midûrê Polîsan ê Şirnexê Necatî Altûntaş û Midûrê Şaxa Têkoşîna bi Terorê re Mehmet Kaplan kuşt û veşart” cinayetê piştrast kir lê belê derbarê bûyerê de kesek nehate darizandin. Piştre dosye ji Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê  ( DMME) re hate şandin û Tirkiye di darizandina hatiye kirin de hate mehkûmkirin.    Kurê Mehmet Ertak Servet Ertak destnîşan kir ku tevî 33 salên derbas bûne, ew nekarîne xwe bigihînin faîlên bavê xwe.    GIRTEKA BINÇAVKIRNÊ VEŞART   Ertak bi bîr xist ku bavê wî dema di 18’ê tabaxa 1992’an de ji kana komirê ya li Şirnexê vedigeriya malê, tevî xizmên xwe ji nuqteya kontrolê ya nasnameyê derbas bû û hate binçavkirin û wiha got: “Girteka binçavkirinê ya fermî parêzerê wî yê rehmetkirî Tahîr Elçî veşartibû. Tahîr Elçî texmîn kiribû ku dê girtek di serdagirtina malê de bikeve destê polîsan û lewma girtekê di nav deriyê hesin de veşartiye. Piştre ev girtek di nav dosyeyê ji Dadgeham Mafê Mirovan a Ewropayê re hate şandin.    ŞÎNA BÊDAWÎ   Ertak bal kişand ser bûyerên windakirinê û axaftina xwe wiha domand: “Ev rewş ji bo me şînekî bêdawî ye. Wateyekî din a bûyerê jî ew e ku mirovên hûn wan nas nakin û ne ji xwîna we ne, her deverekî welat ji bo we piştevaniyê dikin. Peyva “winda” ji bo dewletê tê wateya qutkirina dengê muxalîfan, gefê li xizmên wan tê xwarin û ji bo malbatan jî şînekî bêdawî. Dema dewlet vê peyvê bikar tîne jî bêcezahiştinê ji xwe re dike mertal.”     Ertak axaftina xwe wiha domand: “Gotina winda tê wateya dizîna paşeroja me, tunekirina hêviyên dayîkên me. Hebûna rojekî wiha ji bo dewletên cîhanê şermezariyek e. Ev rewş di diroka dewletan de rûreşiyek e. Mirov nikare bi şermezariyên xwe ve bijî. Tenê bi hevrûbûna bi pêşeroja dikare xwe ji vê şermezariyê xelas bibe. Dikare (dewlet) bi darizandina sûcdaran û lêborînxwestina ji malbatan xelas bibe.”    ‘TÊKOŞÎN DÊ PIŞTÎ ME JÎ BIDOME’   Ertak bi bîr xist ku tevî hemû zext û gefan ew ê ji bo aqûbeta bavê xwe bipirse têbikoşe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me hemû riyên hiqûqa navxweyî ceribandin. Piştî riyên hiqûqî yên navxweyî malbata min dozê bir DMME’yê. DMMÊ’yê biryar da ku ‘di bin çavan de mafê jiyanê hatiye binpêkirin’ û Tirkiyeyê mehkûm kir. Lê belê me derbarê binçavkirina bavê min de tu agahî bi dest nexistin. Me Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Mirovên Şemiyê nas kirin. Piştgirî dane têkoşîna me û em jî çalaktir tev li têkoşînê bûn. Heya heq û edaletê digihije cihê xwe, dê ev têkoşîn bidome. Dê piştî me şopdarên me vê têkoşînê bidomînin.”    Ertak axaftina xwe bi gotina, “Em ê bi xizmên windayan re heya dawiyê vê têkoşînê bidomînin. Ji dewletê daxwaza me jî hevrûbûna bi pêşerojê re ye” bi dawî kir.