‘Dewleta tirk li gundên Başûr leşkeran bicih dike’ 2024-08-30 12:02:53 NAVENDA NÛÇEYAN - Gundên li zozanên Gareyê ya li Herêma Kurdistanê ji ber êriş, dagirkerî û sewqiyata leşkerên dewleta tirk ber bi çolbûnê ve diçin. Dewleta tirk li cihê xelkê gund, leşkeran bicih dike.   Ajansa nûçeyan ya Mehr ya Îranê, derbarê êriş û dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser Herêma Kurdistanê, valekirina gundan û bicihkirina leşkeran, nûçeyek belav kir.   Li gorî nûçeyê, gundên li zozanên Gareyê ya li Herêma Kurdistanê, ji ber şer û êrişên Tirkiyeyê, ber bi çolbûnê ve diçin. Di heman nuçeyê de tê gotin ku xelk gundên xwe çol dikin. Li gorî heman nûçeyê, dewleta tirk xelk neçarî koçberkirinê dike, ji ber ku dewleta tirk hewl dide baregehên xwe li bilindahiya rêze çiyayên Gareyê ava bike.   Hêjayî gotinê ye ji ber êriş û dagirkeriya dewleta tirk heya niha bi dehan gund hatine şewitandin û dewleta tirk bi PDK’ê re hewl dide herêmê ji xelkê bide çol kirin.