Cezayê hefsê dan redkarê wijdanê: Ez li pey gotinên xwe me 2024-08-30 13:51:08 ARTVÎN - Cezayê hefsê dan redkarê wijdanê Şendogan Yazici yê gotiye “Ez fermana mirin û kuştinê red dikim”. Yazaci bi gotina “Dixwazim me biçewisînin, ez li pey gotinên xwe me” bertek nîşanî cezakirinê da.    Derbarê redkarê wijdanî Şendogan Yazici ê bi ser hesaba xwe ya medya dîjîtal peyamek parve kiriye, bi hinceta “Gel li dijî qanûnan sorkirin” doz hate vekirin. Yazici ê di Dadgeha Cezayê Asliyeya Borçkayê tê darizandin, bi cezayê hefsê hate cezakirin.    ‘EZ Ê JI BO MIRIN Û KUŞTINÊ FERMANÊ NEGIRIM’   Yazici dema di 25’ê mijdara 2022’yan de girteka “qaçaxiya yoklamayê” parve kir û peyama “Ez tev li revdeya we ya kujeran bûnê, tev li zincîra fermanên we bûnê, girtina fermana mirin û kuştinê ev 12 sal in red dikim, bi qasî ku bêhnê bistînim ‘bi qasî ku ev can li ser vê bedenê be’ dê redkirinê bidomînim”parve kir. Piştre derbarê Şendogan de doz hate vekirin û di danişîna biryarê ya 20’ê tebaxê hatiye lidarxistin de 5 meh 18 roj ceza dan Şendogan.    DERBARÊ WÎ DE 15 DOZ HATIN VEKIRIN   Şendogan ê 2 roj beriya niha biryara dadgehê gihiştiye ber destê wî bi ajansa me re axivî. Yazici diyar kir ku derbarê wî de heya niha 15 doz hatine  vekirin, anî ziman ku cezayên wekî van, lê hatine birîn. Herwiha Yazici bi bîr xist ku 36 hezar û 500 lîre cezayê îdarî yê pere lê hatiye birîn û wiha got: “Dewlet ji bo mijara reda wijdanê bi qanûnan çareser neke, hewcehî bi van rêbazan dibîne. Ya ku divê dewlet bike,  li gorî Peyama Mafê Mirovan a Ewropayê îmze kiriye di qanûnên navxweyî de hin sererastkirinên hewce pêkanîn e. Vê yekê pêk naîne li şûna wê ji bo mirovên wekî me bêzar bike muamileya ‘qaçaxê yoklamayê’ li me dike.”   ‘EZ LI PEY GOTINÊN XWE ME’   Yazici diyar kir ku ew li pey gotinên xwe ye û wiha derbirî: “Jixwe ez redkarê wijdanê me û dixwazim hin mirovên cudatir ên fikrên min diparêzin hebin. Li Tirkiyeyê dora 400 redkarên wijdanê  hene û ez dixwazim ev hejmar bibe 40 hezar. Ez dikarim di vê riyê de propagandayê jî bikim. Navê vê yekê ‘mirovan ber bi bêqanûniyê ve sorkirin’ nîn e. Ez dixwazm fik û kirinên min bibin fik û kirinên kesên cudatir jî.    Yazici da zanîn ku ew ê cezayê hefsê yê 5 meh û 18 rojan bibe Dadgeha Îstînafê û îtîrazê bike.    MA / Tolga Guney