Dest danîn ser pirtûkên Benlî yê hucreyê de tê ragirtin 2024-08-30 14:45:42   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Girtîgeha Tîpa L ya Espiyeyê dest danî ser pêşnûmepirtûka hunermendê kurd Erkan Benlî nivîsandiye û pirtûkên Yaşar Kemal ên wergerên wan ên kurdî hatine kirin.    Hunermendê kurd Erkan Benlî di sala 2016’an de dema qedexeyên derketina derve, li navçeya Nisêbîna Mêrdînê hate binçavkirin û girtin. Benlî bi riya telefona li malbata xwe kiriye, derbarê binpêkirinên li girtîgehê tên sepandin axivî.  Benlî ragihand ku rêveberiya Girtîgeha Tîpa L ya Espiyeyê dest daniye ser pêşnûmepirtûka Benlî ya bi destê xwe bi kurdî nivîsandiye û pirtûkên Yaşar Kemal ên wergera wan a kurdî hatine kirin.    Benlî banga xwedîderketinê li raya giştî kir û wiha got: “Derveyî pirtûkên min û tiştên min nivîsandine, tiştekî min nîn e û wan jî ji min stendin. Di serdagirtina herî dawî de hem pirtûka min bi xwe nivîsandiye û hem jî wergerên kurdî yên pirtûkên Yaşar Kemal birin.”