Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê ji bo 1’ê Îlonê bang kir 2024-08-30 14:56:18 AMED - Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê ji bo mitînga ku dê di 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bê lidarxistin banga tevlibûnê kir û anî ziman ku li welat pêdiviya herî mezin aştî ye.    Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê têkildarî meş û mitînga ku bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê dê li bajêr bên lidarxistin li Sendîkaya Kedkarên Zanîst û Perwerdehiyê (Egîtîm Sen) ya Hejmara 1’an a Amedê civîna çapemeniyê li dar xist. Di civînê de berdevkê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê yê Demê Ûfûk Bûlût diyar kir ku di ser Şerê Cîhanê yê Duyemîn re 85 sal derbas bûne, lê hêzên emperyalîst rê li ber şer, pevçûn û dijberiyên nû vekirine û got: “Civaka navneteweyî li hemberî kuştina kedkarên tenduristiyê û rojnamevanan ku di şer de jî divê nebin hedef bêdeng e.”   Bûlût, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Israra di polîtîkaya neçareserkirina pirsgirêka kurd de hatiye wê astê ku êdî mudaxileyî govend, dawet, muzîkan tên kirin û dibin hinceta girtinê. Bloka desthilatê di çarçoveya azadiya raman û îfadeyê de daxwaza herî biçûk a demokratîk, çalakî û aktîvîteyan vediguhere hinceta binçavkirinê û girtinê. Mafê gel ê bijartin û dengdayînê xesp dike û cara sêyemîn qeyûm tayîn dike.”   ‘PÊDIVIYA HERÎ MEZIN AŞTÎ YE’    Bûlût, bal kişand ku li welat û cîhanê pêdiviya herî mezin aştî ye û wiha berdewam kir: “Em weke Platforma Ked û Demokrasiyê li dijî hemû êriş, şer, dijberî, ferzkirina tarzê jiyanê yê yek tîp bi israr û rêxistinkirî bi têkoşîneke bibiryar em ê parastina aştiyê bidomînin. Heta ku cîhanek û welatekî ku edalet, wekhevî, biratî, laîktî, parvekirin, hevkarî, hevgirtin û jiyaneke însanî lê mayînde bibe, em ê keliyekî jî dest ji têkoşîna aştiyê bernedin. Di vê çarçoveyê de em bang li herkesê dikin ku tev li çalakiyên ku dê di 1’ê Îlonê de bên lidarxistin bibin.”   Daxuyanî bi dirûşma “Bijî aşitî” bi dawî bû.