YNK: Xiyaneta PDK’ê ya 31’ê Tebaxê şermezarî ye 2024-08-30 15:05:11 NAVENDA NÛÇEYAN - Polîtburoya YNK’ê destnîşan kir ku bi daxwaza PDK’ê, Artêşa Baasê 28 sal beriya niha Hewlêrê dagir kir û wiha got: “Xiyaneta 31’ê Tebaxê ya PDK’ê şermezarî ye.”    Polîtbûroya YNK’ê derbarê di 28’emîn salvegera Xiyaneta 31’ê Tebaxê ku bi daxwaza PDK’ê, Rejîma Baasê Hewlêr dagir kiribû, daxuyaniyekî nivîskî parve kir.    Daxuyaniya YNK’ê wiha ye: “Beriya 28 salan artêşa Baasê li ser daxwaza fermî ya PDK’ê Hewlêrê dagir kir û ev xiyanet birînek kûr danî ser bedena gelê kurd. Xiyaneta 31’ê Tebaxê şermezariyek siyasî û nîştimaniye, lê tevî vê jî bi awayek bê şermane tê parastin.   ‘POLÎTÎKAYÊN XIRAB ÊN PDK’Ê DUBARE DIBIN’   Piştî 28 salan jî birînên vê xiyanetê sax nebûne û şopên wê yên siyasî, civakî, aborî û çandî jî li ser herêmê mane. Mixabin polîtîkayên xirab yên PDK’ê dubare dibin.”