Lingê ciwanê ku wesayîta zirxî lê da şikest 2024-08-30 15:28:01   MÊRDÎN - Lingê ciwanê ku di encama lêdana wesayîta zirxî ya polîsan de birîndar bû, şikest.    Wesayîta polîsan a zirxî, li herêma Dortyol a Nisêbîn a Mêrdînê li Ûmût Aslan (20) dema bi motosîkleta xwe diçû da. Aslan ê bi bandora lêdane kete erdî birîndar bû. Aslan ê piştî qezayê bi ambûlansa gazî cihê bûyerê hate kirin rakirin, Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê tê dermankirin.    Hate diyarkirin ku bi bandora lêdanê lingê Aslan ê xetereya jiyana wî nîne, şikestiye.