Rejîma Îranê 15 sal ceza li melayê kurd birî 2024-08-30 16:03:06 NAVENDA NÛÇEYAN  - Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku Îranê 15 sal ceza li melayek kurd biriye. Tora Mafê Mirovan ya Kurdistanê (HENGAW) bi daxuyaniyekê ragihand Dadgeha Ewqaf ya bajarê Hemedanê, 15 sal ceza li melayê kurd Sabîr Xudamuradî biriye.   Hate gotin ku ceza bi hêceta ‘propagandaya dijî hikumetê’ li mela Sabîr hatiye birîn û ceza jî bi rêya telefonê jêre hatiye ragihandin. Hêjayî gotinê ye mela Sabîr sala borî jî ji ber piştgirî da bû serhildana ‘Jin, Jiyan Azadî’ 7 meh û nîv cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.