Ji bo rojnamevan Gulistan Tara mewlîd hate dayîn 2024-08-30 16:12:10 ÊLIH - Ji bo rojnamevan Gulistan Tara ya di êrişa SÎHA’yê ya dewleta tirk de hate qetilkirin mewlîd hate dayîn.    Dewleta tirk di 23’yê tebaxê de li navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniyê bi SÎHA’yê wesayîta ku rojnamevanên kurd tê de bûn kir û rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn qetil kirin. Cenazeyê Tarayê li bajarê wê Êlihê bi awayekî girseyî hate veşartin.   Malbata Tarayê ji bo Tara ya li Goristana Tilmerçê hate definkirin, li Taxa Pazaryerî şîn danî. Li eywana ku şîn lê hate danîn wêneyên rojnamevan Hêro Bahadîn û Gulistan Tara yên hatin qetilkirin hatin daliqandin.    Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Zeynep Odûncû, Sabahat Erdogan Saritaş û Kamûran Tanhan, hempîşeyên Tara û gelek kesan serdana şînê kirin.    Piştî duayen hatin xwendin ji bo Tarayê mewlîd hate dayîn. Şîn piştî dayîna mewlîdê bi dawî bû. Malbat dê serdanên şînê li mala xwe qebûl bike.