Ji Şaredariya Cizîrê kampanyaya paqijiyê 2024-08-30 19:01:16   ŞIRNEX - Şaredariya Cizîrê bi dirûşmeya "Ez ji Cizîra xwe hez dikim û derdora xwe qirêj nakim" kampanyaya paqîjiyê da destpêkirin. Di çarçoveya kampanyaya de li gelek noqteyên cuda ê navçeyê paqijî kir.    Şaredariya Partiya Demokrasî û Wekheviyê (DEM Partî) ya  Cizîrê  bi dirûşmeya "Ez ji Cizîra xwe hez dikim û derdora xwe qirêj nakim" kampanyaya paqijiyê da destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de bi tevlîbûna hevşaredaran, xebatkarên Şeredariyê, nûnerên saziyên civakî û gelek welatiyên cizîrê li qada Nuh Nebî hatin li cem hev û dest bi paqîjiyê kirin. Welatiyan bi elekên li ser, "Cizîra xwe hez dikim û qirêj nakim" dinivisî li xwe kirin.    Welatiyan li qada Nuh Nebî dest bi paqîjiyê kirin û heta navenda navçeyê çopê derdorê kom kirin û paqij kirin. Her wiha broşorên ku li ser, "Ji bo Cizîra  xweşiktir em bi hev re paqîjiyê dikin" dinivisî jî ji gel re  belav kirin.