Li Samsunê êrişî karkerên çandiniyê hat kirin 2024-08-30 20:56:00   SAMSÛN - Bi çekê êrişî mala karkerên çandiniyê yên ji Rihayê çûn Samsunê hat kirin.    Bi çekê êrişî karkerên çandiniyê yên ji Rihayê ji bo xebatê çûn navçeya Salipazari ya Samsurê hat kirin. Êrişa li hemberî xaniyê karkeran ku ji aliyê kes an jî kesên nediyar ve hat kirin di saet di 21.00’an de pêk hat. Gelek gule li dîwar û paçeyên xênî ketin. Ji aliyê karkerekî ve vîdeoya dema êrişê hat kişandin.   Hat hînbûn ku di bûyerê de kes birîndar nebûye an jî nemiriye. Der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.