Berdana girtiyê 30 salan cara pêncemîn hat astengkirin 2024-08-30 22:55:56 WAN - Girtiyê nexweş Alî Şen ê ku zêdetirî 30 sal in girtî ye, ji ber ku "poşmaniyê” qebûl nake, cara 5'an berdana wî hat taloqkirin.    Girtiyê nexweş Alî Şen ê li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 2 a Yozgatê rehîn tê girtin, tevî ku cezayê xwe temam kiriye jî ji ber ku "poşmaniyê" qebûl nake 5 carin berdana wî tê taloqkirin.   Şen di sala 1993'an de li Mêrsînê hat binçavkirin, piştî êşkenceya bi rojan lê hat kirin, bi îdiaya “Xerakirina yekîtî û yekparetiya dewletê” ji hêla Dadgeha Ewlekariya Dewletê (DGM) cezayê muebbetê lê hat birîn.   Şen di 12'ê Tîrmeha 2023’yan de cezayê xwe yê 30 salan temam kir.   Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê (IGK) bi hincetên wekî “ne poşman e" û "ji rêxistinê dûr neketiye” 5 caran berdana Şen taloq dike. Şen ê ku tevî gelek nexweşiyên xwe nehat berdan, li girtîgehên Meletî, Yozgat, Konya, Silîfke, Eskîşehîr, Tarsûs hat girtin û herî dawî 2 sal berê jî sirgûnî Yozgatê hat kirin.   BANGA HESTIYARIYÊ   Kurê girtiyê nexweş Şen Îsmaîl Şen ev tişt anî ziman: “Bavê min ji ber ku ferzkirina poşmaniyê qebûl nake nayê berdan. Ger di girtîgehê de tiştek bi serê bavê min were, dozgerê girtîgehê û rêveberiya girtîgehê berpirsyar in. Bi vê yekê re careke din hem girtî hem jî malbata wî tên cezakirin. Bavê min girtiyê nexweş e, pêwîst e demildest were berdan û dermankirin. Vê carê 3 meh û 20 roj berdana bavê min hat taloqkirin. Em bang li hemû saziyên sivîl ên hestiyar û raya giştî dikin ku li dora girtiyên nexweş û girtiyên ku berdana wan tê astengkirin bibin yek û vê zilmê rawestînin.”