Nobeda li dijî qeyûm: Ji bo çareseriyê divê tecrîd bê rakirin 2024-08-30 23:01:02 STENBOL - Di nobeta li dijî desteserkirinê de tecrîda Îmraliyê hat protestokirin û ji bo çalakiya 1’ê Îlonê bang hat kirin.   Çalakiya nobetê ya li dijî tayinkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê li Qada Şîşhane ya Beyoglûya Stenbolê dabû destpêkirin di roja 76’an de berdewam kir.    Di çalakiyê de pankartên bi kurdî, tirkî, îngîlîzî û erebî "Colemêrg ya me ye" û “Li ber xwe bide Colemêrg, Stenbol bi te re ye" hatin vekirin û timî dirûşmeyên "Bijî berxwedana Colemêrgê", "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin", “Qeyûm wê biçe em ê bimînin", "Li dijî faşîzmê mil bi mil" hatin berzkirin.   Hevserokê DEM Partî yê Navçeya Esenlerê Mehmet Onal di çalakiyê de axivî û wiha got: “Kurd û tirk bi hev re şer kirin, lê bi Lozanê Kurdan kirin 4 parçe. Li Koçgirî, Dersim û Agiriyê gelê Kurd qir kirin. Em bi vî rengî nikarin bibin xwişk û birayên hev. Eger em xwişk û bira bin divê em mafên xwe bijîn. Divê tecrîda li ser birêz Ocalan were rakirin. Muxatap Birêz Ocalan e, divê hevdîtin pê re were kirin û hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn were çareserkirin.”   Hevserokê DEM Partî yê Navçeya Esenyûrtê Abdullah Ariman jî wiha got: “Em diyar dikin ku vê desteserkirinê qebûl nakin. Divê navê vê qadê weke qada ku daxwazên demokratîkê lê tên xwestin were guhertin. Em bi axaftinê çareseriyê bibînin. Em dikarin bi hev re bijîn, bes me rehet bihêlin. Di nava gelan de pirsgirêk nîne, em dikarin bi hev re bijîn.”   Serokê Federasyona Komeleyên Ardahan Damal Guner Goktaş jî anî ziman ku Tirkiye li ber kendalê ye û got ku eger li rêyeke hevpar bicivin dibe ku komara demokratîk were avakirin.   Di çalakiyê de ji bo berdana girtiyê nexweş Abdulkadîr Kuday banga hestiyariyê li raya giştî hat kirin.    Çalakî piştî banga ji bo çalakiya ku 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê ku wê li qada Îskele ya Kadikoyê bê lidarxistin, bi dawî bû.