ROJEVA 31'Ê TEBAXA 2024'AN 2024-08-31 09:00:08     * Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd têdikoşe, gotibû “Ez ji bo aştiyê şer dikim.” Tevî daxwazên aştiyê jî Ocalan li Îmraliyê tê tecrîdkirin.    * Hevserokê Şaxa ÎHD a Wanê Mehmet Salih Coşkûn diyar kir ku li girtîgehên Serhedê pêkanînên Esat Oktay Yildiran di dewrê de ne û got ku kurdî tê qedexekirin û tecrîd zêde bûye.   * Koordînatorê Girtîgehan ê Şaxa OHD a Rihayê Sabrî Gungen bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tîpa T a Rihayê û got ku sedema van binpêkirinan tecrîda Îmraliyê ye.    * Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Gonca Yangozê anî ziman ku Tirkiye sûcê li dijî şer dike û got ku li dijî şer rêxistinkirina xeta têkoşînê ya hevpar divê û 1'ê Îlonê ji bo vê firsendeke girîng e.    * Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez tekildarî meşa 1'ê Îlonê dê li Silopiya bê lidarxistin bang li gel kir ku bi hev re dengê aştiyê bilind bikin.    * Îsmaîl Bozkûrt ê ku kevirên li quntarên Gilîdaxê berhev dike û li navenda bajêr difiroşe, anî ziman ku pereyê bi dest wan dikeve ne beramberî wê tahba wan e.    * Yek ji xemxurên ziman, çand û hunera kurdî Selîm Oremar ku li ser govend û stranên Colemêrg gelek xebat meşandiye, banga xwedîderketina li çand û hunera kurdî kir. Oremar, got: “Her straneke Colemêrgê di nava xwe de dîrokekê dihewîne.”    * Xizmên Windayan û şaxên ÎHD'ê yên Amed, Êlih, Colemêrgê û Îzmîrê dê çalakiya "Bila winda bên dîtin faîl bên darizandin" bidomînin. (12.00)    * Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê dê têkildarî 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê li avahiya partiyê civîna çapemeniyê li dar bixin. (11.30) ZINDÎ    Dayikên Şemiyê bi daxwaza li aqûbeta windayên xwe bipirsin û faîl bên darizandin dê di hefteya 1013'emîn de çalakiya xwe li Qada Galatasarayê li dar bixin. (12.00)   * Meclisa Jinan a DEM Partiyê di çarçoveya 1'ê Îlonê de li Jinart Mala Hunerê ya Îzmîrê panel li dar bixe. (13.00)    * Şaxên ÎHD'ê yên Stenbol û Enqereyê ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş dê çalakiyên xwe heftane li dar bixin. (13.30)   * Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê dê li Meydana Bajêr a Navçeya Artemêtanê konsera "Xwezaya Paqij" li dar bixe. (19.00)   * Çalakiya nobeta li dijî tayînkirina qeyûmê ser Şaredariya Colemêrgê ya li Stenbolê dê berdewam bike. (20.00-22.00)